Şêx Cefer: Me gavên baş di piroseya yekxistina hêzên Pêşmerge de avêtine
Kurdistan 10:30 AM - 2025-02-12
PUKMEDIA
Şêx Cafer Şêx Mistefa cîgirê serokê Hikûmetê
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa tekez
li ser pêwîstiya yekxistina hêzên Pêşmerge û rakirina hemû astengên ku rê li
ber vê proseyê digirin, kir.
Şêx Cefer Şêx Mistefa di hevpeyvînekê de ligel rojnameya
Kurdistanê Niwê de got: Li Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi hêzeke yekgirtî ya
Pêşmerge heye ku bikaribin parastina destkeftan bikin û rûbirûyê metirsiyên
derve yên li ser Herêma Kurdistanê bibin, pêdiviya me bi hêzeke niştimanî heye
ku ji bo cîbicîkirina yasa ş agahiyan di amadebaşiyê de be.
Got jî: Nabe hêzên din ên çekdar li derveyî yasayan hebin, Divê
hêzên yekgirtî yên Pêşmerge di bin fermana Wezareta Pêşmerge de bin. Ev çend
sal in hewlên cidî bo yekxistina hêzên Pêşmerge hene û me karî 14 lîwayên hêzên
Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bikin yek û ev yek jî bi alîkarî û
piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî hat.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: Raste piroseya
yekgirtina hêzên Pêşmerge hêdî hêdî ber bi rê ve diçe û pirsgirêk û astengî li
pêşiya wê proseyê hene, lê belê di van demên dawî de çendîn tîmên hêzên
Pêşmerge li ser wê yekê hatine birêxistinkirin û di demeke nêzîk de ji wan
navçeyan re serkideyên bêne damezrandin ku ev tîm wê serpereştiyê bikin,fermandariya
yekem wê li Hewlêrê be û fermandeya duyem jî dê li Silêmanî, Helebce û
Germiyanê be.
Peywendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê deCîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: Pêwendiyên baş di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê de hene û li vir jî dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku hêzên Pêşmerge beşeke ji sîstema berevaniya Êraqê ye.
Got jî: pêngavên baş bo pêkînana lîwayên hevpar hatine avêtin û niha di proseya cîbicîkirina erkên ku hatine destnîşan kirin û valahîyên emnî yên di navbera hêzên pêşmerge û artêşê de dapoşe.
Avakirina hikûmetêŞêx Cefer Şêx Mistefa dibêje: Gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû berdewam in û îradeyek baş di vê derbarê de heye, komîteyên teknîkî yên hevbeş karên xwe temam kirine û biryare di demek nêzîk de komîteyên danûstandinan bicivin û li ser mijara pêkanîna hikûmetê gotûbêjan bikin û em hêvîdar in ku aliyên siyasî bigihin encamên baş.
Got jî: hikûmeta nû divê kar ji bo çareser kirina kêşeyan bike, ya herî girîng jî kêşeya mûçeyan û pêşdebirina piroseya avadankirinê û xizmetguzarî û giringî bi jîyan û debara hevwelatîyan bide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

