Encûmena Nûneran piştgiriya xwepêşanderên Silêmaniyê dike
Kurdistan 01:47 PM - 2025-02-07
Ajans
Şandeke encûmena nûneran bi xwepêşanderan re
Şandeke encûmena nûneran û piraniya baskên parlamentoyê ji bo serdana konê mamostayên grevê û nirxandina daxwazên wan, gihîştin bajarê Silêmaniyê.
Parlamenter Yûsif El-Kelabî di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Îro em bi kêfxweşî serdana bajarê Silêmaniyê dikin, ev bajarê ji bo me yê hêja ku di têkoşîna li dijî dîktatoriyê de em hemû hembêz kir.’’
Wî her wiha got: ‘’Em îro li vir in ji bo ku em çalakiya rûniştinê û gireva birçîbûnê ya heyî binirxînin, îro em nûnertiya hemû gelên Iraqê dikin û peyama aştî û wefadariyê ji van gelên mezlûm re radigihînin.’’
Parlamenter Yûsif El-Kelebî diyar kir:’’ Îro me daxwazên xwepêşanderan wergirtin û emê wan bi xwe re bibin Bexdayê bo Encûmena Nûneran.’’
Parlamenter Yûsif El-Kelabî wiha berdewam kir: ‘’Bi îzna Xwedê di demek nêzîk de em ê vegerin nav çalakgerên rûniştinê de, bi îzna xwedê gelê Kurdistanê daxwazên xwe yên derbarê çareserî û dabînkirina mûçeyan ji me re ragihandiye û em tekoşîn û sekna xelkê Silêmaniyê di salên borî de ji bo daxwaza mafên karmendan û dabînkirina mûçeyan bilind dinirxînin.’’
Piştî wê jî Harem Kemal Axa berpirsê firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Encumenê de gotarek pêşkêş kir û tê de got:’’ Em pêşwaziya şanda parlamentoyê dikin ku ji bo şopandina daxwazên karmendan û welatiyan gihîştine Silêmaniyê.’’
Got jî: Em dê piştgiriya fermanberên herêma Kurdistanê bin bo çareser kirina pirsgirêkên darayî û dûrxistina mûçeyan ji pirsgirêkên sîyasî û destxweşî li xebat û rijdbûna karmend û mamostayan dikin.
Got: Ev şanda han amaje bi dilgiraniya civata nûneran li ser mafên welatiyan dike, bi taybetî li herêma Kurdistanê, emê kar bikin daku mûçeyê karmendan paş nexin û her meh mûçeyên wan nehê paşxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

