Amarên Nexweşiya Penceşêr`ê zêde bûye
Kurdistan 11:54 AM - 2025-02-04
PUKMEDIA
Penceşêr
Roja Cîhanî ya Penceşêrê di 4ê Sibat`ê de ji bo
bilindkirina hişyariya Penceşêrê û pêşxistina pêşîlêgirtin, tespîtkirin û
dermankirina wê, rojek navneteweyî ye, Nexweşxaneya Penceşêrê ya Hîwa ya
Silêmaniyê sala borî 3 hezar û 310 nexweşên Penceşêr`ê dan û 201 jê zarok bûn.
Penceşêr nexweşiyek kujer e ku her salê li seranserê cîhanê gelek mirovan
dikuje, sedema vê nexweşiyê hê jî nayê zanîn û derziyek jî ne hatiye çêkirin,ew
nexweşiyek e ku dema ku şaneyên bê kontrol dabeş dibin û li tevnên derdorê
belav dibin çêdibe,Penceşêr ji ber guherînên DNAyê dirust dibe ku zêdetirî 100
cureyên Penceşêrê hene.
Silêmanî paytexta dermankirina Penceşêr`ê ye
Rêvebirê nexweşxaneya Hiwa ya Penceşêrê ya Silêmaniyê Dr.Yad Neqşebendî ji
PUKMEDIA re ragihand, Silêmanî paytexta dermankirina Penceşêrê û neqla mêjûya
hestî li Herêma Kurdistan`ê û Êraq`ê ye.
Li ser zêdebûna hejmara bûyerên Penceşêrê, wî got: Zêdebûna haletên Penceşêrê
berdewam û cîhanî ye.
Navbirî got:Li parêzgeha Silêmaniyê di sala 2019an de 2675 haletên Penceşêrê
hebûn, lê di sala 2023an de 3285 haletên Penceşêrê hebûn, ku di heyama 4 salan
de hezar halet zêde bûne û sala borî jî 3 hezar û 310 kes tûşî cûreyên Penceşêrê
li bajêr bûne, lê belê, zêdebûna van hejmaran nayê wê wateyê ku divê welatî
hest bi tirsê bikin;belkî divê hikûmet û aliyên peywendîdar li ser tespîtkirina
zû ya Penceşêrê di asta herî bilind de bixebitin.
Dîroka Penceşêr`ê
Dibe ku bi hezaran sal berê vedîtin û nivîsandin lê belê, nexweşî bixwe bi
rastî ji beriya pêşkeftina mirovan ve heye.
Cara ewil 5000 sal berê li Misr`ê ew nexweşî hat bi belgekirin û ji wê demê ve,
mirovên ji çandên li çar aliyê cîhanê li ser nexweşî û dermankirinên wê yên
potansiyel nivîsandine.
Di sala 1838 an de, pathologê Elman (Johannes Muller) destnîşan kiribû ku Penceşêr
ji şaneyan pêk tê, lê wî bawer kir ku hucreyên Penceşêr`ê ji şaneyên normal
dernakeve, Muller pêşniyar kir ku hucreyên Penceşêrê ji hêmanên şînbûyî
(blastema) di navbera tevnên normal de pêşve diçin.
Ew yekem bi neştergerî hate dermankirin, her çend bijîşkên destpêkê fam kirin
ku Penceşêrê pir caran piştî neştergeriyê vedigere.
Kîmyazanê Elman (Paul Ehrlich) di destpêka salên 1900 an de bi dermanên
dermankirina nexweşiyên infeksiyonê dest pê kir û Wî têgeha (kemoterapî) ji bo
danasîna karanîna kîmyewî ji bo dermankirina nexweşiyê destnîşan kir, Lê belê,
ew derbarê dermanê dermankirina penceşêrê de ne pir xweşbîn bû.
Penceşêr digel mezinbûna temen berbelavtir dibe, û bêtir mirov dirêjtir dijîn,
ev jî xetera Penceşêr`ê zêde dike.
Beşek agahdariyên di vê gotarê de ji Malpera Verywell Health bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

