Salvegera şehidbûna herdu fermande Şêrko Şiwanî û Hisên Mensûr
Kurdistan 09:24 AM - 2025-01-30
PUKMEDIA
herdu fermande Şêrko Şiwanî û Hisên Mensûr
Îro Pêncşemê salvegera şehadeta her du rêberên mezin Şêrko
Fetih Şiwanî û Husên Mensûr e ku di parastina bajarê Kerkûkê de şehîd bûne.
Danê sibê 30/1/2015, koma terorîst a DAIŞê êrişî bajarê
Kerkûkê kir û ji bo parastina bajêr û dûrxistina metirsiya terorîstan û
berevaniyê li hemû pêkhateyên Kerkûkê serkirde Şêrko Fetih Şiwanî canê xwe feda
kir.
Şehîd Şêrko Fetih Şawanî parastina hemû pêkhateyên Kerkûkê
kir û bû sembola şerê li dijî terorê. Wî soz dabû xelkê Kerkûkê ku wê
berevaniyê li wan bike û ji bo parastina wan jî xwe feda kir û niha jî hemû
pêkhateyên Kerkûkê deyndarê şehîd Şêrko û hevrêyên wî ne.
Fermandarê Hêza Piştevaniya Duyem Hisên Mensûr jî di şerê
rizgarkirina gundê Mela Ebdullah li parêzgeha Kerkûkê ji qirêjiya rêxistina
terorîst a DAIŞê de şehîd bû.
Lîwa Husên Mensûr yek ji wan serkirdeyên wêrek bû ku şerê
rêxistina terorîst a DAIŞê kir û şehîd bû di operasyona rizgarkirina gundê Mela
Ebdullah de.
Lîwa Husên Mensûr weke hemû serkirdeyên qehreman ên di nava
refên Hêzên Pêşmerge de ku ji bo azadkirina axa Kurdistanê û parastina ewlekarî
û asayîşa hevwelatiyan canê xwe feda kirin, têkoşerekî qehreman bû û di nava
hemû şervanan de kesekî hezkirî bû di nav Hêzên Pêşmerge de.
Em bi rêz û hurmet li hember bîranîna van her du rêber û
hemû şehîdên Kurdistanê serê xwe ditewînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

