YNK her tim piştgirî daye têkoşîna demokratîk a Kurd li Sûriyê
Kurdistan 06:16 PM - 2025-01-28
Civîna şanda YNK û ENKS
PUKMEDIA
Endamê Mekteba Siyasî û Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saadî Ehmed Pîre, îro Sêşemê 28.1.2025 pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li Herema Kurdistanê ,birêz Cedan Elî kir.
Di civînekê de ku hijmareke endamên civata serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî yên li Îraq, Kurdistan û deverê û bi taybetî rewşa Sûriyayê û peywendiyên di navbera Herema Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û ji aliyekî ve çawaniya rûbirûbûna hêz û aliyên siyasî ligel navçeyên rizgarkirî yên di bin destê terorîstên DAIŞê de hatin gotûbêjkirin.
Her du alî li ser pêwîstiya dariştina rewşa siyasî, aborî, leşkerî û îdarî ya pêşerojê de li Sûriyê bi awayekî ku maf û daxwazên hemû pêkhateyan li Sûriyê bi taybetî mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê garantî bike hemfikir bûn û tekez kirin ku ev pêwîstî bi yekrêziya rêz, helwest û gotara hêz û aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêk tê.
Ji aliyê xwe ve, Cedan Elî pesna rola Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê da, ku hertim piştegiriya têkoşîna demokratîk û rizgarîxwaz a gelê Kurd li Sûriyê dike û amaje bi encamên vê piştgiriya dîrokî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir, ku ji bo yekxistina refên Hêzên Kurdistanî û xurtkirina têkoşîn û hevkariya hevbeş di navbera wan de, bi armanca bidestxistina mafên demokratîk û netewî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

