Talebanî: Vegera mafan ji xwediyên wan re çiqas dereng be dê her were bidestxistin
Kurdistan 09:38 PM - 2025-01-21
Qubad Talebanî
PUKMEDIA
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo gelê Kerkûk û navçeyên veqetandi peyamek şand:"Dibe ku vegerandina mafan ji xwediyên resen re dereng bibe, lê di dawiyê de dê her were bidestxistin.’’
Teksta peyama Qubad Talebanî.
Bi boneya pesendkirina proje yasaya betalkirina biryarên Encûmena Serkirdatiya Beisê ya hilweşiyayî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd û bi taybetî rûniştvanên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikim û spasiya fraksyonên Kurdistanî û hemû parlamenter û aliyên ku di pesendkirina vê yekê de rol lîstine di qanûnê de.’’
Pejirandina vê qanûnê encama hewldan, israr û hevkariya partiyên Kurdistanî ya bi salan e ji bo yekkirina edaletê. Ev serkeftin bi me hemûyan tîne bîra me ku divê nûnerên Kurd û aliyên Kurdistanî yên li Bexdayê hertim di mijarên netewî de yekdeng bin û bigihin armanc û daxwazên gelê Kurd.
Gelek daxwazên din ên destûrî yên gelê Kurd heta niha nehatine cîbicîkirin. Em hêvîdar in ku pêngava îro bibe destpêka qonaxeke nû û han bide hevkariya zêdetir a nûnerên Kurd ji bo cîbicîkirin û dabînkirina hemû mafên destûrî.
Her wiha pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Iraqê ji pêkhateyên din bi bîr bixim ku her hewlek ji bo pêkanîna dadmendiyê û jinavbirina zulmê dê baweriya di navbera civakan de bihêztir bike û derî ji hevkariyên zêdetir bo aramî û geşepêdana Iraqê vedike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

