Pereyên bijmêrên Silêmanî tên dabeşkirin
Kurdistan 12:40 PM - 2025-01-20
PUKMEDIA
Dînarên Êraqî
Piştî du mehan serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraqê,
duh yekşemî 18/1/2025ê, mûçeyên darayî li ser serjimarvanan li parêzgeha
Silêmaniyê hat dabeşkirin, derbarê mûçeyên karmendên sindoqan ên hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê mektebên Komisyona Hilbijartinan heta niha li bendê ne
ku fermana dabeşkirina mûçeyan ji Bexdayê were.
Di vê derbarê de Rêveberê Dezgeha Amar li Silêmaniyê Şwan
Cebbar di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Destkeftên darayî yên
karmendên serjimêriya giştî ya xelkê Silêmaniyê gihîştine Silêmaniyê û duhî
dest bi dabeşkirina wan kiriye, herweha di heftiya borî de li Hewlêr û Duhokê hatin
belavkirin.
Roja 20/11/2024ê serjimêriya giştî ya niştecih û xaniyan li Êraqê
hat encamdan û zêdetir ji 400 milyar dînar jêre hat terxankirin, di serjimêriyê
de 20 hezar serjimarvan li Herêma Kurdistanê beşdar bûn û her yek ji wan mehane
250 hezar dînar werdigire.
Karmendên sindoqan li benda wergirtina mûçeyên xwe ne
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê dest
bi dabeşkirina mûçeyên darayî li ser karmendên dengdanê bo hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê nekiriye û Rêveberê ofîsa Silêmaniyê ya komîsyonê tekez
dike, ku wan hemû amadekariyên pêwîst kirine û li benda fermana debeşkirinê ne
ji Bexdadê.
Rêveberê Ofîsa Komisyona Hilbijartinan ê Silêmaniyê Amanc
Ezîz di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Ofîsên komîsyonê yên li
parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê hemû amadekariyên pêwîst ji bo dayîna
mûçeyên karmendên sindoqan kirine. tenê maye ku em fermana mûçeyê wan ji
Bexdayê werbigirin, dema ku ferman were em ê dê yekser dest bi dabeşkirinê
bikin û wê du hefte pê biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

