Tevlîkirina mûçe bi nekokiyên siyasî xeta sor ê yekîtî ye
Kurdistan 01:50 PM - 2025-01-13
PUKMEDIA
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê û Serokê wê Bafil Celal Talebanî bi berdewamî tekezî li ser wê yekê
dikin ku pêwîste mûçe û jiyana hevwelatiyên Kurdistanê bi kêşe û nekokiyên
siyasî ve neyê girêdan û maf û mafên darayî yên gelê Kurdistanê bi taybetî
mûçeyên karmendan misoger bin li ser bingeha destûra Êraqî û biryarên Dadgeha
Bilind a Federalî.
Ji pirsgirêkan re çareseriyeke radîkal bê dîtin
Di vê derbarê de endama civata serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rebîhe Hemed di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Serok Bafil û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim tekezî li ser wê yekê dikin ku mûçe û debara welatiya bi nekokî û pirsgirêkên siyasî yên di navbera hêzên siyasî yên herêmê de û her wiha di navbera herêmê û Bexdayê de tevlihev nekin, hewlên xwe di vî warî de berdewam dike, bi serdanên gelek caran bo paytext Bexdayê û hevdîtinên bi hemû aliyên siyasî re mebesta dîtina çareseriyeke radîkal û dawîn ji bo pirsgirêkên heyî.
Rabîhe Hemed her wiha got: Destûra Êraqê mafê jiyana azad û dabînkirina mafên xwe ji bo hemû welatiyên Êraqê garantî dike û nabe tu cudahî di navbera parêzgehên Êraqê û Herêma Kurdistanê de hebe, bi taybetî di warê dayîna destkeftên darayî de.
Garantîkirina mafên welatiyan û bidawîkirina cihêkariyê
Li ser heman mijarê endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xidir Mistefa ragihand: Yekîtiya Niştimanî li hember baştirkirina rewşa jiyana welatiyan xwedî helwesteke tund e, lewma berdewam berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê dike. Di dema ku ji Bexdayê daxwaz dike ku mûçeyên karmendên herêmê bi nekokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin, ew daxwaz dike ku li Herêm jî bi desthilatdarî û cihêkariyê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de bi dawî bibe.
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hevwelatiyan rastkirina rêbaza hikûmeta Kurdistanê ji erkê xwe dibîne û me di civînên xwe yên ligel aliyên din ên ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê tekez li ser vê yekê kiriye. Got jî hemwelatiyên Kurdistanê bi zelalî hest bi vê cudahî û neheqiyê kirin di Kabîneya niha ya hikûmetê de, lewma Yekîtî dixwaze ku hikûmeta nû bi awayekî dadperwerî û wekhev xizmeta welatiyan bike. Di vê derbarê de peyamek ji bo hemû partiyan bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê gihand.
Di civîna Îtîlafa Îdareya Dewletê de ku êvareya roja yekşemê 12/1/2025 li Bexdayê birêve çû, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî tekez kir ku, ji niha û pê ve nabe ku mûçe were tevlihevkirin. Ji ber ku li gorî destûrê divê li Herêma Kurdistanê jî wek hemû karmendên Êraqê mûçeyên wan bi awayekî wekhev were dabeşkirin, nabe welatî ji heqê xwe bê par bimîne.
Herwiha amaje bi wê yekê jî dike ku Serok Bafil ev peyam gihandiye nûnerên welatan û serkirdeyên siyasî li Êraqê da ku ev dosya nebe dosyayeke siyasî û welatiyên Kurdistanê nebin qurbaniyên wê û daxwaz kir ku bi biryarên Dadgeha Federalî pabend bin da ku pirsgirêka mûçeyên karmendan bi yekcarî were çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

