El-Beçarî: Berfirehkirina qedexeya firokexaneya Silêmaniyê biryareke siyasî ye
Kurdistan 12:07 PM - 2025-01-08
PUKMEDIA
Firokexaneya Silêmanî
Hikûmeta Tirkiyê bêyî hinceteke qanûnî û teknîkî biryara
dirêjkirina qedexeya asmanî li ser firokexaneya Silêmaniyê 6 mehên din jî da, Komîteya
Gihandin û Ragihandinê ya Parlamentoyê tekez dike ku ev biryar siyasî ye.
Biryar siyasî
Seroka Lijneya Veguhestin û Ragihandinê ya Parlamentera Parlamentoya Êraqê Zehra El-Beçarî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Sepandina qada qedexekirina firînê li ser firokexaneya Silêmaniyê biryareke siyasî ye û ev ne cara yekê ye ku firokexane tê cezakirin. lê mixabin hikûmeta federal û dezgeha firokevaniya sivîl a Êraqê ti helwest negirtin.
Herwaha got: Eger balafirek ku ber bi Firokxaneya Hewlêrê ve diçe xirab bibe Xwedê neke, yan jî pirsgirêkek din rû bide, dikare li firokexaneya din dakeve û nêzîktirîn firokexane ya Silêmaniyê ye, lê ev biryar niha nahêle ti firoke li Silêmaniyê dakeve û ev dibe sedema pirsgirêkek mezin.
Divê Wezareta veguhastinê mijarê zelal bike
Parlamenter Zehra El-Becarî dibêje: Wezîrê Veguhestinê Binkîn
Rîkanî ku ji aliyê Serokwezîrê Federalî ve ji bo birêvebirina Rêveberiya
Firokevaniya Sivîl a Êraqê hatiye erkdarkirin, divê sedemên vê biryarê eşkere
bike.
Wê got jî: Fermangeha Firokevaniya Sivîl a Êraqê wek
desthilateke navendî ya federalî, divê rola xwe di çareserkirina pirsgirêka
qedexekirina firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê de bilîze, ji ber ku ev
qedexe ne tenê ziyanê digihîne Silêmaniyê, belkî ziyanê digihîne hinardekirina Êraqê
jî, ji ber ku firokexaneya Silêmaniyê firokexaneyeke Êraqî ye û di bin
desthilata Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Êraqê de ye.
Qedexe peymanên navneteweyî binpê dike
Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Civata
Nûneran di daxuyaniyekê de ku gihîştiye PUKMEDIAyê ragihand: Biryara
dirêjkirina qedexeya firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê biryareke siyasî ye.
Navbirî her wiha got: Ev biryar tu hinceteke yasayî,
teknîkî, xizmetguzarî û ewlehî nîne û binpêkirina hemû peyman û pirensîpên
navdewletî di warê firokevaniya sivîl de ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Em ji bêdengiya hikûmeta
federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeran in û daxwaz ji wan dikin ku
helwesta xwe diyar bikin û gavên ku di van du salên borî de ji bo çareserkirina
vê pirsgirêkê avêtine zelal bikin, tevî ku gelek Komîteyên parlamento û hikûmetê
serdana Firokexaneya Silêmaniyê kirine û bi raportên xwe îsbat kirine ku
firokexaneya Silêmaniyê ti pirsgirêkeke ewlekarî û xizmetguzarî û yasayî nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

