Dahata Silêmaniyê ya salane 310 milyar dînar kêm kiriye
Kurdistan 02:22 PM - 2025-01-03
PUKMEDIA
Şefafiyet
Li gorî daneyên malpera Şefafiyetê, dahata Silêmaniyê di sala 2024an de li gorî
dahata sala 2023an, 310 milyar dînar kêm bûye û ji ber bihinvedana sersalê,
dahata Silêmaniyê di hefteya borî de sifir bûye.
Ji ber
bihinvedana sersalê ku ji 25-12-2024an dest pê kiriye û heya 5-1-2025`an dewam
dike.Li gorî daneyên malpera Şefafiyetê, dahata Silêmaniyê ya hefteya borî ji
28-12-2024 heta 3-1-2025 sifir e.
Di vê
navberê de, li gorî daneyan dahata Silêmaniyê di sala 2024an de, ku ji tomarên
xezîneya parêzgehê hatiye wergirtin, kêmtirî 1 trîlyon dînar e û li gorî sala
2023an, dahata Silêmaniyê zêdetirî 1 trîlyon dînar kêm bûye.
Dahata
Silêmaniyê, Helebce, Germiyan û Raperînê di sala 2024an de ku ji (Xezîne 1,
Xezîne 2, gencîneya Çemçemal, Germiyan, gencîneya Helebce, gencîneya Raperîn)
hatiye komkirin, 897 milyon û 403 trilyon û 982 hezar û 809 dînare u %84 ji wan
nexte, %11 bi çêk û %5 jî jihevpakbûne.
Dahata Silêmaniyê di sala 2023an de 1 trîlyon û 173 milyar û 618 milyon û 353
hezar û 315 dînar bûye û li gorî wê 310 milyar dînar zêde bûye.
Malper rojane
dahata parêzgehên Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê diweşîne.
Malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê PUKMEDIA her roja Înê, dahata heftane ya herêmê li gorî daneyên
şefafiyê ku bijardeyek taybet li ser malperê heye, pêşkêş dike.
Piştî 30 salan ji desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, roja 15/12/2022ê projeya şefafiyê bo hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û rêveberiyên Germiyan û Raperîn, ku yekem car e li Kurdistanê û Êraqê.
Ev proje di nav derdorên Kurd de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û hate xwestin ku ev proje were giştîkirin ku dahatên naftên û yên navçeyên din ên Herêmê li xwe bigre.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya li ser ragihandina projeyê de got: "Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinardekirina ne neftê ye.
Got jî: Şefafiyet bernameyeke ku hemû dahatên neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û rêveberiyên Raperîn û Germiyanê di nav xwe de dihewîne û rojane bi şefafîyeteke tam tê komkirin û tê tomarkirin, da ku her kes bikare hûrgilîyên wan dahatan di her kêliyê de bi rêya malpera shafafiat.com bibîne.
Cîgirê Serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev fikir derketiye holê ji ber ku şefafiyet bingeha bingehîn a peydabûna pêbaweriyê di navbera hemwelatiyan û her desthilateke siyasî de li cîhanê .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

