Serok Bafi : Pêşwaziya hewlên ji bo çareseriya aştiyane dikin
Kurdistan 06:15 PM - 2024-12-31
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi helkefta hatina sersala nû peyameke pîrozbayî weşand.
Sersala nû ya hatina hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz dikim.
Hêvîdar im di sala nû de her kes bi ruhekî niştimanperwerî û bi berpirsiyarî ji bo bihêzkirina Kurdistanê, avadankirin û pêşkeftinên zêdetir bixebite û hikûmeteke xizmetguzariyê ya dadperwer ku jiyana welatiyan biparêze û mafên wan biparêzê, pêk bînin û emê têbikoşin bi hewlên ji bo dabînkirina jiyaneke bi rûmet û bilindtir ji girseyên ezîz ên Kurdistanê re.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêşwaziyê li hemû hewl û pêşniyarên ji bo çareserkirina aştiyane û bidawîanîna pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û giheştina çareseriyeke erênî ya radîkal . Pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke dîrokî re derbas dibe bi hewildan û piştgiriya me, divê bi berpirsiyarî û aqilmendî bi vê dosyayê re mijûl bibin.
Em hemû sala nû bikin sala aştî û pêkvejiyana dadperwerî û serweriya qanûnê, bi yek dengî û yekrêziya xwe, em Kurdistana xwe bihêz bikin û pêşerojeke geştir misoger bikin li ser me hemûyan.
Hatina sala nû pîroz dikim, ji hemûyan re serxweşî û bextewarî dixwazim.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

