YNKê pabendbûna xwe bi serrastkirina rêbaza desthilatdariya piştrast dike
Kurdistan 02:24 PM - 2024-12-31
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi helkefta hatina sala nû telgramek pîrobayîyê weşand.
Bi boneya hatina sala nû li gelê me û hemû pêkhateyên gelên Iraqê û cîhanê pîroz be. Em hêvîdar in ku sala nû bibe sala aştî, avadankirin, maf, dadperwerî û çareseriya rewa ya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn li ber ronahiya guhertinên ku herêm bi diyaloga siyasî, aştî û demokrasiyê ve dibin şahîd.
Em hêvîdar in sala nû ya gelê Kurdistanê bibe sala pêşdebirina asta jiyana wan û derbaskirina qeyranên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, bi taybetî jî wergirtina mûçe li gorî biryarên Dadgeha Federalî dûrî tevlihevkirina wan bi dosyayên siyasî re.
Bi vê minasebetê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pabendbûna xwe bi siyaseta serrastkirina rêbaza hukimdariyê û vegerandina hevsengiya hêzê li ser ezmûna me tekez dike û weke ku me soz dabû alîgirên xwe, em tekez dikin ku li hemû navendên sala 2025ê de em ê bi awayekî rewa hewl bidin, ji bo hikûmeteke xizmetguzarî ya nû, bi berpirsyarî û pêvajoyeke siyasî ya bi bandor, demokratîk û domdar.
Em hêvîdar in ku sala 2025’an bibe sala pêşxistina ezmûna demokratîk li welatê me û sala yekkirina mafên din ên destûrî ji bo Kurdan.
Em dîsa li we pîroz dikin
Politburo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

