Cîgirê Wezîr: Peymanên tendirustiyê bûne yekdest
Kurdistan 03:36 PM - 2024-12-30
PUKMEDIA
Logoya Wezareta Tenduristiyê û nameya Wezîrê Tenduristiyê
Wezîrê Tenduristiyê bêyî ku rê û rêbazên qanûnî li ber çavan bigire û Midûrê Giştî yê Tenduristiyê agahdar bike ku dema bi şîrketekê re peyman îmze dike.Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku girêbesta kirîna alavên taqîkirina laboratuwaran ji bo nexweşxaneyên giştî yekdest e.
Peyman monopol e û nehatiye pejirandin
Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistana Iraqê Rahêl Ferîdûn ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:"Peymana di navbera Wezareta Tenduristiyê û şîrketek ji bo dabînkirina alavên laboratuarî ji bo nexweşxaneyên giştî yekdest e û ji aliyê Encûmena Wezaretê ve nehatiye pejirandin û haya me jê tune."
“Ev girêbest ne tenê ji bo kirîna kelûpelên laboratuarê ye, belkî ji bo kirîna dermanên penceşêrê ye, her çendî ku tê pêşbînîkirin ku ev nirxê testan li ser welatiyan zêde neke, lê em difikirin ku baştir e ku hikûmet bi çend pargîdaniyan re girêbestê deyne, ji bo ku di kêmkirina bihayê alavan de pêşbaziyê bikin, ne tenê pargîdaniyek taybetî.’’ Rahêl Ferîdûn wiha dibêje.
Wî zêde kir:“Divê girêbest li gorî rêkarên yasayî bihata kirin û diviyabû civata wezîran û rêveberiya giştî hay ji vê yekê bihata, ne bi awayê niha ku em wisa difikirin ku ew yekdestdar e, ji ber ku em nizanin feydeyên wê çi ye ji vê biryarê."
Li pişt peymanê sedemek heye
Cîgirê wezîrê tenduristiyê got: "Girîng e ku hemwelatî nirxê ceribandinan di laboratûwarên hikûmetê de kêm bikin, û girîng e ku hukûmet di buhayê de maqûl be û kalîteya herî baş ji nexweşan re peyda bike, ger ev her du şert neyên cîbicîkirin, hingî sedemek li pişt peymanê heye.’’
Rahêl Ferîdûn lê zêde kir:“Divê girêbesta kirîna kelûpelên pizîşkî bi rêyên yasayî derbas bibûya û Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê jî ji vê mijarê haydar bibûya û piştî pêşbaziya di navbera wan de girîng bû.Ji bo baştirîn kalîte û bihaya herî erzan, divê ev îhale ji bo çend şîrketan bê kirin, ne ji yek şîrketekê re.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

