Wezareta Navxwe ya Iraqê: Asayişa Silêmaniyê hevkariya me ya sereke ye
Kurdistan 01:14 PM - 2024-12-24
PUKMEDIA
Hêzên Asayîşê
Wezareta Navxwe ya Iraqê destxweşî li hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê kir û tekez kir, ku ew hevpeyman û piştgirê sereke yê hêzên wan in.
Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyan li Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Narkotîkê li Wezareta Navxwe ya Federalî Husên El Temîmî hewl û xebatên Rêveberiya Giştî ya Kontrolkirina madeyên hişber li parêzgeha Silêmaniyê piştrast kir û destxweşî li hewlên rêveberiya dijî narkotîkê li Silêmaniyê kir û balkişand li ser hevkarî û hemahengiya bihêz di navbera rêveberiya wan û rêveberiya dijî narkotîkê ya Silêmaniyê de.
"Ev hevkarî di rêgirtina li ber belavbûna narkotîkê de bû, û bi hev re, em bi ser keft ku gumanbarên dozên bi madeyên hişber ve birin pêşberî dadweriyê," wî got.
Berpirsê payebilind ê Wezareta Navxwe diyar kir ku bi hevkarî û hemahengiya Rêveberiya Têkoşîna Dijî Narkotîkê ya Silêmaniyê bi sedan kîlogramên narkotîkê hatine desteserkirin û gelek çeteyên bazirganiya madeyên hişber hatine pûçkirin.
Temîmî eşkere kir ku hêzên wan li Silêmaniyê bi hevkariya hêzên asayîşê operasiyonek pêk anîne û di encamê de kargeheke madeyên hişber hatiye desteserkirin û bi sedan kîlogramên madeyên hişber jî hatine desteserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

