Sûdanî: Vedîtina gorên komî belgeya hovîtiya rejîma Baas e
Kurdistan 05:19 PM - 2024-12-23
Ajans
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî
Serokwezîrê Iraqê li ser dîtina goreke komî ya nû ya zarok û jinên kurd li Semawayê got: “Dîtina goreke komî ya nû ya gelê me yê Kurd, tevî ku bi salan hovîtiya rejîma Baasê ji holê rabûye, asta hovîtiya ku gelê me di bin desthilatdariya dîktatoriyê de kişandiye nîşan dide.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî daxuyaniyek da:“Tevî sal bi sal zilm û zordariya rejîma Baasê li ser gelên Iraqê, roj bi roj belgeyên tawanên hovane yên rejîma berê eşkere dibin û asta hovîtiya ku gelê me di bin desthilata dîktatoriyê de tûşî wan kiriye, vedibêje.’’
“Dîtina goreke komî ya nû ku termên zarok û jinên gelê me yê Kurd tê de ne, li çolên Semawayê, karwaneke bi xwîn û têkoşîna me, bêbextî û windabûna me tîne bîra me, ku gelê me di bin hovîtiya rejîma nijadperest de êş kişand. "Sudanî dibêje.
Serokwezîrê Iraqê her wiha got:“Silav li ser ruhê şehîdên Iraqê, şehîdên zulmê û qurbaniyên hovîtiya dîktatoriya gemar.
Nûnerê Germiyanê: Spas ji bo dilsozî û xemsariya serokwezîr
Nûnerê Herêma Germiyan li Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona YNKê Karwan Yarwais spasnameyek ji Serokwezîrê Iraqê re şand û got: "Em spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dikin ji bo sersaxî ji gelê Kurd re ji ber dîtina goreke komî ya jin û zarokên Kurd li biyabana Semawayê."
“Her wiha em daxwaz dikin ku mûçeyê mîrateyên şehîdên Kurdistanê, qurbaniyên Enfalê û girtiyên siyasî weke ya hikûmeta federal be.
Karwan Yarwais got, divê nûnerên welatan û rêxistinên navdewletî bo biyabana Semawayê werin vexwendin da ku bibin şahidê vê tawana şokedar."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

