Şîretkarek: YNK daxwaza çareseriya pirsa mûçeyan li Bexdayê dike
Kurdistan 02:47 PM - 2024-12-22
PUKMEDIA
Diravên Îraqî
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ji bo çend
mijarên girîng li Bexdayê ye û li gorî yek ji şêwirmendên Serok Bafel: Pirsa
mûçe û rewşa darayî ya Herêma Kurdistan`ê digel serkirdeyên Êraqê û daxwaza
çareseriyê kir.
Bêstûn Fayêq; Şêwirmendê Serokê Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) Bafel Celal Talebanî ji PUKMEDIA re ragihand:Serokê Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi rayedarên Êraqî
re civiya û mijara mûçe û rewşa darayî ya Herêma Kurdistan`ê gotûbêj kir bo bi
mererma gihîştin bi çareseriyek bingehîn ji bo mûçeyên herêmê.
Fayêq got: Yekalîkirina pirsa mûçeyên fermanberên herêmê
mercê YNK`ê ye ji bo pêkanîna kabîneya nû û ji bo vê çendê jî projeyeke
berfireh amade kiriye û hemû hewlên xwe didin ji bo çareserkirina pirsgirêka
mûçe berî pêkanîna kabîneya nû.
Ew şîretkarê YNK`ê got jî: Mijareke din ya gotûbêjên di
navbera Serok Bafil û berpirsên Bexdayê de, rewşa Sûriyê ye, ku divê di gelek
waran de bi cidî were gotûbêjkirin, ji ber wê jî gotûbêjkirina vê mijarê bû
mijareke din a gotûbêjên Bexdayê.
Nêrweyî: YNK`ê piştevaniya Tewtîn`ê dike
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serok Bafil
piştgiriya Tewtîna mûçeyên mûçexweran dikin, Berpirsl Burda Ragihandina YNK`ê
dibêje: YNK’ê derbarê rêgirîkirin li cî bi cîkirina Tewtîna mûçeyên fermanberên
herêmê; li dijî hikûmetê tedbîrên yasayî girtiye û li dadgeha Bexdayê gilî
kiriye.
Endamê Serkirdatî û Berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ji kanala Gelî Kurdistan re ragihand; YNK û Serok BafIl piştevaniya Tewtîna mûçeyên
mûçexweran dikin, ku daxwaziya fermanberan e jî, hevdem Tewtîn biryara Dadgeha
Federalî ye û bi temamî yasayî ye, hemû parêziehên din yên Êraq`ê girêdayî vê
biryarê ne.
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li ser rêgirîkirin li
cî bi cîkirina Tewtîna mûçeyên fermanberên herêmê û bi zorê neçarkirina
fermanberan ji bo vekirina hijmara bankê di Hijmara Min de li bankên ne hikûmî,
“tedbîrên yasayî girtiye ber û gilî li dadgeha Bexdayê tomar kiriye û em li
benda encamê ne û emê pabendî biryara dadgehê bin,di demekê de ku çend caran
gilî hatiye paşdaxistin û em hêvîdar in ku bi zûtirîn dem biryar liu ser wê
giliyê bê dayîn, û emcamê wê di berjewendiya xelkê Kurdistan`ê de be.
Her çend yek ji girîngtirîn mijarên ku Serok Bafil dê bi
serkirdeyên Êraq`ê re gotûbêj bike, çareseriya bingehîn ya pirsgirêka mûçeyên mûçexwerên
herêmê ye,di heman demê de Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) di çarçoveya
hewlên xwe yên ji bo cî bi cîkirina Tewtînê û bi dawîkirina Hijmara Min ku bi
zorê li ser mûçexwerên herêmê tê ferzkirin, li dadgeha Bexdayê giliyek tomar
kir ku dadgehê ew gilî pesend kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

