Nêrweyî: YNK`ê daxwaza hevbeşiyek rasteqîne di hikûmetê de dike

Kurdistan 05:36 PM - 2024-12-19
Letîf Nêrweyî  PUKMEDIA

Letîf Nêrweyî

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) tekez li ser wê yekê kir, ku ewê sozên xwe yên di dema helmeta hilbijartinê  dabûn gelê Kurd dê bi cih bînin, di heman demê de armanca hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistan`ê hikûmetek xizmetguzariyê be û cudahî di navbera parêzgehan de neyê kirin;derbarê pirsgirêka paşdaxistina mûçeyan de jî, YNK ji bo bidawîkirina pirsgirêkan ji Bexdayê hewlên xwe didomîne.

Berpirsê Burda Ragihandin ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) li ser çend mijarên din yên girîng ji PUKMEDIA re dibêje: Dadgeha Federal li ser mijara Tewtîn û pirsgirêka mûçeyan çi biryarê bide em ê pabendî wê bin û got jî: Nêrîna YNK’ê ya ji bo şirîkatiya di hikûmeta bê ya digel PDK’ê cudatir e, û ji bo danûstandinan pêwîstiya me bi aramî gavên hêdî û bi armanc heye.

Ji bo pêşerojê armanca YNK`ê hikûmeteke xizmetguzar e

Letîf Nêrweyî ; Berpirsê Burda Ragihandin ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) di hevpeyvînekê de digel malpera PUKMEDIA ragihand: YNK’ê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê çend armancên xwe hene, ew jî avakirina hikûmeteke xizmetguzarî ye ku bi bê cudahî xizmeta xelkê bike; hevdem pêwîste YNK`ê bibe hevparê rasteqîne, ne weke berê.

Herwiha Letîf Nêrweyî got: Awayê rêvebiriya pêşerojê ya Herêma Kurdistan`ê ji bo YNKê girîng e; û emê hemû sozên ku di dema helmeta bangeşeyê de dabûn xelkê cîbicî bikin; ji ber ku ew soz di berjewendiya xelkê de bûn; û em ne di wê baweriyê de ne ku çi aliyek li hember cîbicîkirina sozên YNK`ê raweste; û aramî û ewlehiya aborî jî armanca YNK`ê ye ji bo pêşeroja Herêma Kurdistan`ê ku em kar li ser wê yekê dikin.

 Nêrîna YNK`ê ya şirîkatiyê ji ya PDK`ê cuda ye

Derbarê avakirina hikûmeta bê ya Herêma Kurdistan`ê jî endamê serkirdayetiya YNK`ê got: Vê carê girînge Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) hikûmetê ava bike û çawaniya şirîkatiyê pêk bîne; ji ber ku nêrîna YNK`ê digel PDK`ê li ser şirîkatiya di hikûmetê de cuda ne û em dixwazin şirîkatiyeke rasteqîne bibe bingeha avakirina hikûmeteke yekgirtî.

Derbarê danûstandinên YNK`ê digel aliyan li ser pêkanîna hikûmeta nû, Berpirsê Burda ragihandin ya YNK`ê got: YNK`ê erkê danûstandinan daye tîmeke pispor ku di asta hizbî û hikûmetê de xwedî ezmûn e; her çend e encamê Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê wesa kiriye ku; çi aliyekî bi tenax we  nikare hikûmetê pêk bîne; ev yek jî pêkanînan hikûmetê girantir kiriye, lê li gor YNK`ê baş e ku pêngav hêdî bin daku encamê wan baş bin, lewra em di avakirina hikûmetê de lezê nakin; û tekez kir ku parlemana ji bo xizmet û çareseriya pirsgirêkan ne.

YNK`ê li ser mafên mûçexweran bê deng ne bûye

Derbarê bêdengiya YNK`ê di vê qonaxê de ku jiyana xelkê baş nine, Letîf Nêrweyî got: YNK`ê derbarê debara jiyana xelkê çi caran bê deng nebûye, di vê demê de alî di qonaxa danûstandinan  de ne ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê; lewra YNK`ê kar ji bo aramî û jîngehek baştir kiriye, li hemberî vê yekê jî tîma YNK’ê ya di hikûmet û Parlemana Êraq`ê de ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan di asta herî bilind ya hizbî de xebatên xwe didomîne.

Letîf Nêrweyî go jî: Tevî ku pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistan`ê pirsek yasayî ye, lê YNK`ê li hember mafên mûçegiran bê deng nebûye û me li Bexdayê gilî kiriye û em li benda biryara dadgehê ne; piştre jî li ser biryara Dadgeha Federalî ya derbarê Tewtîna mûçeyên mûçexwerên Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê, me rêkarên yasayî girtine ber, her weha YNK`ê dê pabendî her biryareke Dadgeha Federalî be ku ew derbarê Tewtînê bide; ji bo vê yekê jî tîma me di hikûmet û Parlemana Êraq`ê de û heta di asta herî bilind de jî hewla çareserkirina pirsgirêka mûçexwerên herêmê daye û di demeke nêzîk de emê gavên din bavêjin.

Pêngavên Siwîsra ji bo jenosîdnaskirina keysa Êzdiyian girîng e

Derbarê helwesta Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo naskirina  keysa Êzdiyan weke jenosîd kar dike; Letîf Nêrweyî ragihand, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK dema ku Serok komarê Êraq`ê Mam Celal bû, di asta navneteweyî de hewl dabû vê mijarê weke jenosîd bide nasandin, di vê çarçoveyê de bi riya tîmên xwe yên li Bexdayê gelek hewl hatin dayîn ku bandor li welatan bikin ku vê mijarê weke jenosîd bide nasandin, ji bilî vê yekê jî ji aliyî Serok Mam Celal ve hewlên zêde hatine dayîn ji bo eşkerekirina çarenivîsa windayan û qerebûkirina qurbaniyan hewleke mezin.

Aşkere jî kir tevî ku YNK`ê ji aliyê erdnîgarî ve ji Şingal`ê dûr e lewra hindek caran me ne kariye bi awayekî baş xizmeta Êzdiyan bikin, lê me bi her awayekî alîkarî û piştgirî da ji bo ji nû ve avakirina Şengal`ê, û qerebûkirina qurbaniyên jenosîdê li ser asta cîhanî, ku herî dawî jî ew tawan ji aliyê Parlemana Swîsre ve weke jenosîd hate naskirin, hevdem di dema borî de jî çend welatên din jî ew komkujî weke jenosîd nas kiribûn ku helbet rola YNK`ê jî têde hebû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket