Proseya Serjimêriya Êraq`ê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdistan 09:27 PM - 2024-12-14
PUKMEDIA
Serjimêriya giştî li Êraq`ê
Wezareta Plandanan ya Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ragihand,
tevî astengiyên darayî, teknîkî û teknîkî, me karî bi baştirîn şêwe serjimêriya
giştî ya nifûs û xaniyên niştecihan li Êraq û Herêma Kurdistan`ê pêk bînin û demjimêr 12 îşev jî bi dawî dibe;hevdem
serpereştayrê giştî yê cî bi cîkar yê serjimêriyê dibêje: Me karê xwe bi 100%
qalîte temam kir.
Kar bi kalîteya 100% hatine temamkirin
Serpereştayrê Giştî
yê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê Mehmûd Osman ji malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Îro 14-12-2024, roja dawî ya qonaxa sêyem ya
proseya serjimêriya Êraq û Herêma Kurdistan`ê birêve çû û demjimêr 12 şevê prose
dê bi dawî bibe.
Mehmûd Osman got: Bi
alîkariya kadroyên xwe me karî bi %100 bi kalîte karên xwe biqedînin û me karê
xwe bi temamî bi cih anî û daxwazên wan hemûyan bi cih anî Têkilî bi navendên
me re gihandine û ji karê me gelek razî ne.
Ev pêvajoya mezin û girîng baş derbas bû
Ji aliyê din ve
Wezareta Plandanan ya Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê di daxuyaniyekê de ragihand
ku kopiyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA) re
hatiye şandin ragihand ku; serjimêriya
giştî ya niştecihên Êraq û Herêma Kurdistan`ê îşev demjimêr 12 piştî nîvro bi
dawî dibe, tevî astengiyên darayî, teknîkî û teknîkî, kêmbûna demê li pêşiya me
ye; ji bo amadekirin û
cîbicîkirina serjimêriya giştî ya xelkê Herêma Kurdistan`ê û navçeyên
Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistan`ê, di dawiyê de ev proseya
giring bi baştirîn şêwe birêve çû; ew jî bi piştevaniya Serok wezîr, Cîgirê Serok wezîr, wezîr û saziyên
din yên Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê, herwiha em spasiya hewlên Serokê Desteya
Giştî ya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê û hemû fermanberên
desteyê dikin.
Aşkere jî kir ku bi
vê minasebeboneyêtê, em spasiya Serok omar, Cîgirê Serokê Parlemana Êraq`ê,
Wezîr û Fraksyonên Kurdistanî dikin ku di danûstandinên me digel Hikûmeta Êraqê
de li ser pêkanîna proseyê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma
Kurdistan`ê alîkarî û piştevaniya wan kirine; û girêdana wê bi encamên serjimêriya sala 1957ê re, ku bingeha sereke bû
ji bo rêkeftina digel hikûmeta federal ji bo pêkanîna serjimartinê.
Di daxuyaniya
Wezareta Plandanan a Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê de wiha hat gotin: Cihê wê
yekê ye ku amaje bi rol û bandora mamosta û ciwanan a perwerdeyê bikin ku di
serkeftina proseyê de roleke berçav lîstin; her wiha em spasiya Komîteya Bilind û Odeya Operasyonên Serjimêriyê li
parêzgehan û rêveberiyan dikin ku asankarî û piştgirî dane pêvajoyê heta ku em
bigihin encamê;û em gelek sipasiya rola rojnamevan û kenalên ragihandinê dikin,
ku ji destpêka proseyê ve alîkariya me kirin û piştevaniya me kirin di
bilindkirina hişyariyê û gihandina zanyariyan bo welatiyên me.
Di dawiyê de em
spasiya hemû xebatkarên deste û rêveberiyên statîstîkan li parêzgehan û
rêveberiyên xweser dikin ku bi şev û roj bêwestan kar û xebat kirin û li ser
astengiyan derbas bûn û karîn mînakeke xweş ji xebat û rihê niştimanperweriyê
nîşan bidin.
Piştî nêzîkî 40
salan, roja (2024-11-2024) an proseya serjimêriya giştî li Êraq û Herêma
Kurdistan`ê ji bo vê mebestê dest pê kir, heya demjimêr 12:00 êvariya roja 21ê
li ser 22 yê Mijdarê li hemû navçeyên Êraq û Herêma Kurdistan`ê qedexeya
derketina derve hat ragihandin; welatî
hatin pabendkirin ku dema sardana bijmêran bo malên wan ew amade bin û bersiva
pirsên wan bidin, pêvajo wê îşev demjimêr 12ê şevê dê bi dawî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

