Serok Bafil ji Luis Ayala re: Em ê rêya Serok Mam Celal bidomînin
Kurdistan 01:15 AM - 2024-12-11
Ofîsa Ragihandinê ya Serok Bafil
Serokê YNKê bi germî silava Sekreterê Giştî yê berê yê SI dike
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşan a Silêmaniyê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê berê yê Enternasyonala Sosyalîst Luis Ayala kir.
Di hevdîtinê de ku Berdevkê YNK'ê Saadî Ehmed Pîre û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya YNK'ê Dara Xeylanî jî amade bûn, Serok Bafil bi pêzanîneke mezin serdana birêz Ayala wesf kir.
Serokê YNKê destxweşî li hewlên berdewam û piştgiriya berdewam ya birêz Ayala bo doza Kurd û YNKê kir. Got jî: YNK ti carî dost û hevalên xwe ji bîr nake, bi taybetî yên wek we, ku nêzîkî serok Mam Celal bûn û piştgiriya mafên gelê Kurd bûn di têkoşîna demokratîk a edalet û aştiyê de."
Ji aliyê xwe ve, birêz Ayala, siyasetmedarê navdar ê cîhanî, xweşhaliya xwe ji bo pêşwaziya germ nîşan da. Her wiha tekezî li ser giringiya rola Serok Mam Celal wek serkirdeyekî sereke û parêzerê mafên mirovan, aştî û jiyana hevbeş kir. Ayala wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê li ser wê mîrateya geş bimeşin û têkoşîna demokrasî û wekheviyê bidomînin. Siyaseta heyî ya YNK'ê rasterast nîşaneya rêya Serok Mam Celal e."
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya bizavên yekgirtî ji bo bihêzkirina sosyalîzma navdewletî û pêşxistina hizra jiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

