Desthilatdarên Tirk di vê mijarê de hevkar nînin û li hemberî gelê me tundiyê dikin
Kurdistan 11:08 AM - 2024-12-04
PUKMEDIA
Parlamenterê DEM partî yê Herêma Şirnexê li Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Îrmez
Dem dema
bidawîkirina qetlîama 100 salên borî ye
Parlamenterê DEM partî
ragihad: Tişta ku niha çê dibe kampîneke, ne wek salên 2013 te 2015’an ji nû ve
destpêkirina pêvajoya aştiyê ye. Di hevpeyvîneke kin de bi Kurdustanî Nwê got: Partiya
me dê xebatên xwe yên ji bo ji nû ve destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiye û
Bakurê Kurdistanê bidomîne.
Hevpeyvîn: Pîran Şemzînî
Parlamenterê DEM partî
yê Herêma Şirnexê li Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Îrmez di hevpeyvînekê de
ligel Kurdistan New got: Em weke rêxistinên Dem partî ji destpêka salên 90 ve
bi berdewamî şer dikin û ji bo bidawîkirin û çareser kirina pirsgirêk û
nakokiyên navxweyî yên Tirkiyê bi giştî û pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê
bi taybetî xemxwerin.
Gelê me ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê û bidawîkirina şer û kuştinê wê bi rêya demokrasiyê têkoşîna xwe bidomîne
Desthilatdar ne hevkar
in
Hewldanên me ew e ku
dawî li kuştin û girtinan bînin û herwiha çareseriyekê ji pêvajoya aştiyê re
bibînin û rewşa navxweyî ya Tirkiyê aram bikin, lê desthilatdarên Tirk di vê
mijarê de hevkar nînin û li dijî gelê me yê li Tirkiyeyê bi giştî û li Bakurê
Kurdistanê tundiyê dikin.
Aşkire jî kir ku
kampînek bi navê proseya aştiyê hatiye destpêkirin lê em nikarin jêre bêjin pêvajoya
aştiyê ku em weke rêxistinên DEM partî çavdêriya rewşê dikin û hêvîdar in ku ev
prose bidome da ku da k uber bi aloztiriyê ve neçe, ji berk u em dibînin ku dema
dawîanîn li qetlîam100 salên pêş de hatiye ku heya niha ti encamp wê nebûye ş
her nabe. Em hêvîdarin ku di wan sad salên bê de em ê bi hev re aştiyeke
bingehîn li welatê xwe ava bikin û her civak bi nasname, çand û zimanê xwe xwe
îspat bike.
Ma amajeya van danûstandinan aştiye?
Em hemû li navçeyên
xwe di nava aramî û biratiyê de bijîn.
Armanc û daxwaza gelê
Kurd li Tirkiyê ev e, lê dasthilatdarên Tirkiyê weke salên 2013-2015’an, ji bo
aştiya navxweyî û lihevhatina rasteqîne, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên
Bakurê Kurdistanê, ti gavên cidî neavêtine.
Parlamenter Mihemed
Zekî Îrmez di berdewamiya axaftina xwe de got: Piştî ku behsa pêvajoya aştiyê
hat kirin, li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê gelek şaredarên partiya me
hatin girtin û ji kar hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin danîn, ji ber
vê yekê em di wê baweriyê de ne ku ev gavan pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê
nîşan nade û nîşan dide ku desthilatdarî dixwaze li ser heman zihniyet û rêya
berê berdewam bike. lê gelê me ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê û bidawîkirina
şer û kuştinê dê bi rêya demokrasiyê têkoşîna xwe bidomîne.
Bênirxkirina
hilbijartin û demokrasiyê
Amaje bi wê jî kir ku em wek DEM partî berdewamin li ser
danustandinan digel gelê Kurd, daku hay ji armanc û tiştên diqewimin hebin û
partî bizane daxwazên gelê Kurd çiye, ji ber ku şikandina vîna netewî ya Kurd
nayê qebûlkirin. Û got: Em dikarin bibêjin ku tayînkirina qeyûm pêvajoya
hilbijartinê û encamên wê bi temamî bê nirx dike, ji ber ku mixabin ev pênaseya
demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye.
Ji sala 2018’an û vir
ve cara sêyemîn îradeya gelê Kurd hat tepisandin û li şûna serokê şarewaniyê ku
hatiye hilbijartin qeyûm hat tayînkirin.
Em ê berdewam bin û
bêdeng nemînin
Mihemed Îrmez diyar
kir ku gelê Kurd dê li ser tayînkirina qeyûman bêdeng nemîne û îradeya gel
binpê bike, ji ber ku gelê Kurd bi nasname, çand, ziman, dîrok û hunera xwe
heye û ya ku niha diqewime nayê qebûlkirin.
Raya giştî ya Tirkiye
û Bakurê Kurdistanê wê heta hetayê li hemberî reftarên hevpeymanî desthilatdar
bêdeng nemîne, ji ber ku ya niha diqewime li dijî destûra bingehîn a dewleta
Tirk bi xwe ye. Hemû şaredarên me bên girtin û ji kar bên dûrxistin jî ne
mimkûn e û nikarin bi ser bikevin.
Mihemed Zekî Îrmez jî
wiha got: Armanca dewletê bi tayînkirina qeyûman ew e ku şaredariyên me belav
bike û destkeftiyên gelê kurd ên di rêveberiyên herêmî yên bajarên kurdan de
tune bike lê gelê me ji van kiryaran hişyar û nerazî ye, ji ber wê jî
xwepêşandan li parêzgeha Dêrsimê berdewam dikin.
Yekrêziya Kurdan a hemû
parçeyan
Pêwîste gelê Kurd li
herçar parçeyên Kurdistanê bibin yek, ji ber ku eger em daxwaza aştî û mafên
xwe li Rojhilata Navîn bikin bi lihevkirin û yekrêzî bê guman bi dest dihênin Ji
ber vê yekê divê armanca me ya yekem ji bo bidestxistina mafên xwe û
çareserkirina pirsgirêka Kurd li seranserê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk
were.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08 -
Nirê Zêr û Dolar
11:25 AM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
10:47 AM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Dahata hefteyekê ya Silêmaniyê zêdeyî 3 Milyar Dînar e
09:22 AM - 2026-01-09
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
10:48 PM - 2026-01-08
Mazlûm Ebdî: Em bi hemû aliyan re dixebitin ku êrîşan rawestînin
06:24 PM - 2026-01-08
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
05:29 PM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
Kurdistan 05:29 PM - 2026-01-08 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
Kurdistan 09:56 PM - 2026-01-08 -
Heleb: Komên çekdar taxên Kurdan armanc digirin û bangên navneteweyî ji bo hêminbûnê
Cîhan 04:42 PM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
Cîhan 10:47 AM - 2026-01-08 -
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
Kurdistan 10:48 PM - 2026-01-08 -
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewîyan tepeserkirina li Helebê şermezar kir
Cîhan 04:24 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
Êraq 02:32 PM - 2026-01-08





.jpg)
Aplîkêşin

