Yekemîn rûniştina şeşemîn xola parlamentoya Kurdistanê dest pê kir
Kurdistan 01:04 PM - 2024-12-02
PUKMEDIA
Lezgîn
Îro dûşemî 2/12/2024 piştî nîvro, yekem rûniştina şeşemîn xola
parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna piraniya endaman dest pê kir.
Li gorî rojevê karnameyê, rûniştin bi ayeteke Qurana pîroz
dest pê kir, piştre ji bo rêzgirtina ji canê şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat
girtin.
Piştî wê jî Serokê Parlamentoyê bang li namzedê serketî
Mihemed Silêman Mihemed kir ku endamê herî temendirêj ê parlamentoyê ye ku li
gorî rêziknameya navxwe ya parlamentoyê sonda yasayî bixwe û serokatiya civînê
bike, piştî wê bang li hemû parlementeran kir ku sonda yasayî bixwin.
Teksta sondxwarinê wiha ye: Ez bi Xwedayê mezin sond dixwim
ku yekrêziya gel û axa Kurdistana Êraqê û berjewendiyên wê yên bilind
biparêzin.
Roja 26/11/2024ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
bi mersûmeke herêmî têde demjimêr 11ê sibê roja 02.12.2024ê wek roja
lidarxistina yekemîn civîna şeşemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê destnîşan
kir.
Roja 20.10.2024ê, hilbijartinên şeşemîn rûniştina
parlamentoya Kurdistanê li çar bazneyan birêve çû û encamên dawî jî di
30/10/2024an de hatin ragihandin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li her çar
bazneyan serkeftinên mezin bi dest xist û 23 kursî bi dest xist.
Piştî ku Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan hemû îtîrazên li
ser encaman red kir, roja 18.11.2024ê, Encumena Komisyonên Komîsyona Bilind a
Hilbijartinan encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend
kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

