Yekem rûniştina Parlemana Kurdistanê birêve diçe
Kurdistan 09:25 AM - 2024-12-02
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Îro 2/12/2024 di
demjimêr 11 nîvro de yekemîn rûniştina şeşemîn rûniştina parlamentoya Herêma
Kurdistanê bi beşdariya namzedên serketî tê lidarxistin û hemû namzed wê sonde yasayî
bixwen.
Hola rûniştinên Parlamentoya Kurdistanê ji bo yekemîn xula
şeşemîn rûniştina Parlamentoya Kurdistanê hat ceribandin û Protokola
parlamentoyê bi her awayî hatiye amadekirin. Hevdem navenda lêkolînên
parlamentoyê ji bo nasandina endaman bi kar û xebatên parlamentoyê û yasadanînê
re, ku cara yekem e, rênmayek bo karê parlamentoyê belav kiriye.
Li gor bernameya yekem rûniştina şeşemîn rûniştina
parlamentoya Kurdistanê, dê rûniştin bi çend ayetên Qurana pîroz û ragirtina
xulek bêdengî bo giyanê pakê şehîdan dest pê bike. Piştre jî namzedê herî
temendirêj dê ji aliyê serokê ofîsa parlamentoyê ve ji bo sondxwarinê û
birêvebirina rûniştinê were vexwendin û hemû namzedên serkeftî dê ji bo
sondxwarinê werin vexwendin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di rûniştina şeşemîn a
Parlamentoya Kurdistanê de ku roja 20ê Cotmehê hat lidarxistin, 23 kursî bidest
xist, li Silêmaniyê 15 kursî, li Hewlêrê 6 kursî, li Duhokê kursiyek û li
Helebce jî 1 kursî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

