Zanîngehên Silêmanî û Polîteknîk tewtîna mûçeyên fermanberan dikin
Kurdistan 12:04 PM - 2024-11-29
PUKMEDIA
Parêzgeha Silêmaniyê
Herdu zanîngehên Silêmanî û zanîngeha Polîteknîkî yên
Silêmaniyê ragihandin ku fermanber û mamosteyên wan form tijî kirine û şandine
ji aliyên pêwendîdar re.
Zanîngeha Silêmaniyê Tewtînê dike
Dr. Kosar Mihemed; Serokê Zanîngeha Silêmaniyê got: Ji
sedî 95ê zêdetir fermanber û mamostayên zanîngeha me form tije kirine û
hejmareke kêm jî forma (Hijmara Min) tije kirine.
Di. Kosar got: Hemû fermanberên ku berê forma Hijmara Min
tije kirine, mafên wan heye ku formê Tewtînê tijî bikin û ew formên hatine
tejekirin ji bo aliyên pêwendîdar hatine şandin, daku bişînin Bexdayê.
Zanîngeha Polîteknîkê pêvajoya Tewtînê temam kir
Ji aliyê din ve Serokatiya Zanîngeha Polîteknîk ya
Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku kopiyek ji wê ji malpera fermî ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin têde gotiye ku em ji her kesî re
radigihînin ku zanîngeha me bi nivîsa jimare 11101 di 30-10-2 de pêvajoya Tewtînê
cî bi cî kiriye ji bo hemû mamoste û fermaberan.
Ji aliyê din ve di daxuyaniyekê de ku bi îmzeya serokê
zanîngeha Polîteknîk ji bo beşê rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê hatiye şandin, û
daxwaz ji wan hatiye kirin ku di vî warî de karên pêwîst bikin û pêvajoya Tewtînê
bikeve warê cî bi cîkirinê.
Parêzgeha Silêmaniyê bi fermî dawaza Tewtînê dike
Ji aliyê din ve parêzgeha Silêmaniyê pêştir daxwaz ji
Banka Navendî ya Êraq`ê kiribû ku mûçeyên fermaberan bide û nivîsek fermî ji
bankê re şandibû ku daxwaz ji wan kiribû dest bi bankîkirina mûçeyên fermanberên
parêzgehê bikin; li gorî nivîsa ku bi îmzeya Cîgirê Parêzgarê Silêmaniyê
ji bo Karûbarên Îdarî Şaho Osman ku kopiyek ji wê ketiye destê PUKMEDIA, daxwaz
hatiye kirin ku Banka Navendî ya Êraq`ê fermanê bide bankên xwe yên pêwendîdar daku
mûçeyên hemû karmendan bank bikin.
Ev yek di demekê de ye ku; Fraksiyona Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdisan`ê ( YNK) li Bexdayê digel Rêveberê Banka Reşîd civiya û
destûra vekirina liqên xwe li Silêmaniyê wergirt daku piştre dest bi Tewtîna
mûçeyên fermanberan bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

