Zêdebûna nifûsê dê bandorê li budçeya Herêmê bike
Kurdistan 12:25 PM - 2024-11-28
PUKMEDIA
Nexşeya Êraqê
Di vekolînekê de ku PUKMEDIA ji tevahiya nifûsa Êraqê
re rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê diyar dike li gorî encamên destpêkê yên
serjimêriya herî dawî derket ku rêjeya rûniştvanîên herêmê 14.03% ji nifûsa
Êraqê pêk tê, endamê encumena nûnerên Êraqê ragiohand ku: Zêdebûna nifûsê dê
bandorê li bûdceya herêmê û bûdceya geşepêdana parêzgehan bike.
Li gorî encamên destpêkê yên serjimêriyê hejmara niştecihên Êraqê
45 milyon û 407 hezar û 895 kes e, hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê jî 6
milyon û 370 hezar û 668 kes e.
Divê herêm li gorî nifûsa xwe ligel mijûl be
Parlamenterê Fraksiyona YNKê di Parlamentoya Êraqê de Biryar Reşîd ji malpera fermî PUKMEDIA re ragihand: Zêdebûna hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê li gorî serjimêriya Êraqê, dê bandoreke baş li ser zêdekirina bûdceya herêm ji budceya serwerî û beşe derman, satila xwarinê û bûdceya geşepêdana parêzgehan bike.
Reşîd got: Ji ber vê yekê pêwîst e li gorî niştecihên herêmê bi herêmê re mijûl bibe, bê guman ev yek dê bûdceyê zêde bike û bandorê li ser mûçeyên karmendan, vejandina sektora veberhênanê, temamkirina projeyan û mijarên din ên aborî bike.
Zêdebûna nifûsa herêmê dê bandorê li bûdceya geşepêdana parêzgehan bike
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês ji PUKMEDIA re ragihand: Ji sala 2005ê ve heta niha hikûmeta Êraqê ti carî hemû mafên xelkê Herêma Kurdistanê di bûdceyê de nedaye, lewma pêşbînî nayê kirin li gorî vê serjimêriya ku niştecih zêde bûye, bûdce zêde bike.
Li gorî qanûna bûdceya Êraqê ya sala 2023, 2024 û 2025ê ku li parlemanê deng li ser hatiye dayîn bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedî 12.67 e, ji ber wê nayê çavrêkirin ku disala bê de jî budcea Herêmê were guhartin.
Hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar û 668 kese bi ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û rêveberiyên xweser hatine dabeşkirin ku ji wan 3 milyon û 200 hezar û 506 mêr û 3 milyon û 170 hezar û 162 jî jin in.
Kerwan Yarwês got: Zêdebûna nifûsa herêmê dê bandorê li bûdceya geşepêdana parêzgehan bike, herweha li gel ku Encumena Wezîran a Êraqê çend madeyên qanûna bûdceyê sererast kirin û ji parlamentoyê re şandin, lê belê ti pêwendiya yek ji madeyên ku hatine guhertin bi mûçe û bûdceya herêmê ve nîne.
Li gorî şopandina malpera PUKMEDIA, pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya niha 12.67 % û salane pişka wê 20 trîlyon dînare, lê eger rêjeya niha ya %14.3 were pejirandin, dibe ku ev rêje zêdetir bibe ji 22 trîlyon dînar.
Serjimêriya giştî ya xelkê 3 rojan li seranserê Êraq û Herêma Kurdistanê hat kirin. Pêvajoya serjimêriya giştî ya nifûsê sibeha roja Çarşemê, 20ê Mijdara 2024, dest pê kir, û heya şeva înê, 22ê Mijdara 2024, berdewam kir, serjimarvan serdana her malekê kirin û dane temam kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

