Li Herêmê rûniştvan pirin û budce kême
Kurdistan 09:24 AM - 2024-11-27
PUKMEDIA
Nexşeya Êraq û dînarên Êraqî
Li gorî encamên destpêkê yên serjimêriya herî dawî ya ku di
rojên 20 û 21ê Mijdara 2024an de li Êraqê hatiye encamdan, hejmara rûniştvanên
Herêma Kurdistanê 14.03% ji nifusa Êraqê derket, Parlamenterekî parlamentoya Êraqê
ragihand: Hikûmeta Êraqê ti carî bûdceya temam yê Herêma Kurdistanê neşandiye.
Li gorî encamên destpêkê yên serjimêriyê hejmara niştecihên Êraqê
45 milyon û 407 hezar û 895 kes e, hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê jî 6
milyon û 370 hezar û 668 kes e.
Li gorî analîza PUKMEDÎA’yê li ser tevaya nifûsa Êraqê,
rêjeya nifûsa Herêma Kurdistanê %14.03’ê nifûsa Êraqê ye.
Kerwan Yarwês: Êraq mafên temam yê Herêmê di budceyê de ne daye
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês ji PUKMEDIA re ragihand: Ji sala 2005ê ve heta niha hikûmeta Êraqê ti carî hemû mafên xelkê Herêma Kurdistanê di bûdceyê de nedaye, lewma pêşbînî nayê kirin li gorî vê serjimêriya ku niştecih zêde bûye, bûdce zêde bike.
Li gorî qanûna bûdceya Êraqê ya sala 2023, 2024 û 2025ê ku li parlemanê deng li ser hatiye dayîn bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedî 12.67 e, ji ber wê nayê çavrêkirin ku disala bê de jî budcea Herêmê were guhartin.
Bûdçeya îsal jî dê wek salên berê be
Hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar û
668 kese bi ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û rêveberiyên xweser hatine
dabeşkirin ku ji wan 3 milyon û 200 hezar û 506 mêr û 3 milyon û 170 hezar û
162 jî jin in.
Kerwan Yarwês got: Zêdebûna nifûsa herêmê dê bandorê li
bûdceya geşepêdana parêzgehan bike, herweha li gel ku Encumena Wezîran a Êraqê
çend madeyên qanûna bûdceyê sererast kirin û ji parlamentoyê re şandin, lê belê
ti pêwendiya yek ji madeyên ku hatine guhertin bi mûçe û bûdceya herêmê ve
nîne.
Li gorî şopandina malpera PUKMEDIA, pişka Herêma Kurdistanê
ji bûdceya niha 12.67 % û salane pişka wê 20 trîlyon dînare, lê eger rêjeya
niha ya %14.3 were pejirandin, dibe ku ev rêje zêdetir bibe ji 22 trîlyon
dînar.
Serjimêriya giştî ya xelkê 3 rojan li seranserê Êraq û
Herêma Kurdistanê hat kirin. Pêvajoya serjimêriya giştî ya nifûsê sibeha roja
Çarşemê, 20ê Mijdara 2024, dest pê kir, û heya şeva înê, 22ê Mijdara 2024,
berdewam kir, serjimarvan serdana her malekê kirin û dane temam kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

