Roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê
Cîhan 11:34 AM - 2024-11-25
PUKMEDIA
Rûbirûbûna tundiya li ser jinê
Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî 25ê Mijdarê wek “Roja navdewletî
ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê” (Biryara 54/134) destnîşan kir, bi
armanca hişyarkirina asta pirsgirêkên ku jin li seranserê cîhanê rastî wan tên,
wek destdirêjî, tundetûjiya nav malê û cûreyên din ên tundûtûjiyê, yek ji
armancên ku hatine destnîşan kirin ew e ku nîşan bide ku cewhera rastîn a
pirsgirêkê veşartî dimîne.
Ev dîrok vedigere kuştina hovane ya di sala 1960 de ya
Xwişkên Mîrabal, çalakvanên siyasî li Komara Domînîk, bi fermana dîktatorê
Domînîkî Rafael Trujillo (1930-1961).
Di sala 1981ê de, çalakvanên rêxistina jinan
"Encuentros" li Amerîkaya Latîn û Karayîp 25ê Mijdarê wek roja
têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bilindkirina hişyariyê li ser wê
destnîşan kirin û di 17ê Kanûna Pêşîn a 1999an de bi biryareke Neteweyên
Yekbûyî ev roj bû fermî.
Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Nav-Parlamenteran (UIP) rolek
girîng lîstin di handana hukûmetan, rêxistinên navneteweyî û rêxistinên
nehikûmetê de ku çalakiyên ji bo piştgirîkirina rojê birêxistin bikin û wê wekî
forumek navneteweyî bihesibînin.
Di vê rojê de divê bê bibîranîn ku Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê weke partiyeke sosyalîst a demokratîk, ji bo çareserkirina pirsgirêkên
hemû pêkhate û tebeqeyên civakê, bi xurtî bi têkoşîna jinan, wekhevî û têkoşîna
li dijî cudaxwaziyê bawer dike, bi vî awayî berdewam e li ser şopandina rêya
rast a Serok Mam Celal, ji bo ku jin di civakeke nûjen de ku tê de edalet û
wekhevî serdest e, bijîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

