Talebanî bi heyeteke leşkerî ya Almanyayê re civiya
Kurdistan 09:27 PM - 2024-11-19
Ofîsa medyayî ya cîgirê serokwezîr
Talebanî & fermandarê hêzên Alman.
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel şandeke leşkerî ya Almanyayê bi serokatiya Fermandarê nû yê hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Thomas Ritter civiya. Gotûbêj li ser çaksaziya Wezareta Pêşmerge û çendîn mijarên din ên balkêş bûn.
Di civînekê de ku, roja sêşemê 19.11.2024 bi amadebûna Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge û Serleşker Bextiyar Mihemed Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge hat lidarxistin, Qubad Talebanî pîrozbahî li kolonel Ritter kir ji ber destbikarbûna wî weke fermandeyê nû yê hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê. Di erkê xwe de hêviya serkeftinê jê re xwest û amadeyiya xwe ya tam ji bo pêşkêşkirina her alîkarî û piştgiriya pêwîst bo hêzên Almanî li herêmê nîşan da.
Parlamentoya Kurdistanê spasiya hikûmet û parlamentoya Almanyayê kir ku li ser dirêjkirina hebûna hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê razî bûne. Her wiha destxweşiyê li Almanyayê kir ji bo berdewamiya hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî terorîstan de û proseya çaksaziyê ya di nav Hêzên Pêşmerge de.
Mijareke din a sereke ya civînê jî ew bû ku rêgiriyê li proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dikin. Di vê derbarê de Qubad Talebanî tekez li ser wê yekê kir ku hikûmeta dahatî piştgîriyeke bihêz bo çaksaziyên di nava hêzên Pêşmerge de bide.
Her wiha di civînê de rewşa herêmê jî hate nirxandin. Di vê derbarê de Qubad Talebanî eşkere kir ku terorîst hîn metirsiyeke mezine bo ser ewlekarî û aramiya hem li Iraq û hem jî li navçeyê. Her wiha tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên ewlehiyê yên Kurdistan û Iraqê û li gel hevpeymanan kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

