Beşdarbûna kurdan di serjimêrê de kurdbûna herêmên madeya 140 îspat dike
Kurdistan 04:57 PM - 2024-11-19
PUKMEDIA
Nexşeya Iraqê
Aso Mamend Çavdêrê Kerkûk-Selahaddîn li YNKê got, ji Kurdên ku li gorî madeya 140 dijîn, daxwaz tê kirin ku vegerin warên xwe û beşdarî serjimêriya giştî ya Iraqê bibin, ku biryar e di 20 û 21 Mijdarê de were lidarxistin.
Berdevkê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê got: ‘’Ez bang li welatiyên sînorê madeya 140 dikim ku di zûtirîn dem de vegerin warên xwe.Xiyaneta ku di serjimêriya sala 1997'an de di dema rejîma Baasê de li Kurdan hat kirin, wê sibe dubare nebe û em bang li Kurdan dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyê bibin, da ku em bibin parêzvanê mafên nifşên xwe yên pêşerojê."
Welatiyên di sînorê madeya 140 de divê vegerin malên xwe
Berpirsê YNKê yê Kerkûk-Selahaddîn Aso Mamend Kurdistanî got: “Ez bang li welatiyên sînorê madeya 140 dikim ku vegerin cihên xwe û beşdarî proseya serjimêriyê bibin.Yên ku beşdarî pêvajoyê nebin dê ji hemû mafên xwe bêpar bimînin û gotegotên ku dibêjin welatiyên herêmên nakok dikarin li cihên din qeyda xwe tomar bikin ne rast in.’’
Pir girîng e ku kurdên di sînorê madeya 140 de beşdar bibin
Serjimêriya îsal ji aliyê hemû aliyan ve hatiye pesendkirin û giring e kurdên di sînorê madeya 140 de beşdar bibin.
Berdevka Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Sozan Mensûr ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:“Piştî serjimêriya sala 1957’an serjimêriya îsal ya yekem e ku bi razîbûna partî û civakan pêk tê, lewma ji bo Kurdan pir girîng e.
Navçeyên ku di madeya 140 de cih digirin bi awayekî aktîf beşdarî serjimêriyê bibin, ji bo vê yekê jî, YNKê hemû amadekarî û asankarî ji bo beşdarbûna xelkên xwecihî yên wan deveran di serjimêriyê de kirine.
“Li parêzgeha Diyale bi giştî û li Xaneqînê bi taybetî şêniyên wê xwe amade dikin ku sibê beşdarî serjimêriya giştî bibin.Her welatiyekî ku li derveyî parêzgehê bi çi sedemê be, niha bi agirê kurdî vegeriyaye cihê xwe û sibe dê kurdbûna deverên xwe îsbat bike."
Herî dawî di sala 1997’an de li Xaneqînê serjimêrî hat kirin û di bin zextên rejîma Baas de îxanet li Kurdan hat kirin, lê ev serjimêrî derfeteke baş e ji bo îsbatkirina kurdbûna herêmên me.Ev serjimêrî dê pîvana bûdceya parêzgehan û nifûsa parêzgehê be û komînên parêzgehan diyar bike, lewra em daxwaz ji xelkê xwecihî yên navçeyên nakok dikin ku vegerin warê xwe û çarenivîsa nifşên xwe yên paşerojê diyar bikin.
"Kurdistanîbûna Kerkûkê piştrast bikin"
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Herêma Kurdistanê bang li kurdên Kerkûkê kir ku beşdarî serjimêrî bibin û kurdbûna wî bajarî piştrast bikin.
Parlamentera Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Sebah Şêx Hebîb ji PUKMEDIA re ragihan: “Mafê xelkê Kerkûkê ye ku beşdarî serjimêriya giştî ya Iraqê bibin û kurdbûna bajarê xwe piştrast bikin.“Ev serjimêrî dê ji bo kursiyên parlamentoya Iraq û Kurdistanê, dahata parêzgehan û piştre rêjeya îstihdamê bibe amarek aram.
“Eger Kerkûkîyekî beşdarî serjimêrî nebe, ji ber taybetiya Kerkûkê gelek maf ji rûniştvanên bajêr re tên dayîn.Sebah Şêx Hebîb got, em weke endamekî parlamentoya Iraqê bi hûrî çavdêriya proseyê dikin û di çend rojên borî de me hewl da ku pirsgirêkên ku hebûn çareser bikin.
Wî zêde kir:“Weke her carê xelkê Kerkûkê bi ruhê Pêşmerge vegeriyane bajêr û dixwazin di serjimêrî de axa bav û kalên xwe biparêzin.Serjimêriya giştî ya Iraqê piştî 37 salan sibe û duşemî 20 û 21ê Cotmeha 2024an tê kirin.Ji Kurdên di sînorê madeya 140 de tê xwestin ku vegerin warên xwe û kurdbûna xwe îspat bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

