Perwîn Fatih: Divê her kes li Kerkûk`ê ji bo serjimêriyê amade bibe
Kurdistan 01:28 PM - 2024-11-19
Arşîf
Perwîn Fatih Endama Civata Parêzgeha Kerkûk`ê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê jûrek emeliyatan ji bo
serjimêriya akinciyan li Kerkûk`ê pêk anî;endamek ya Civata Parêzgeha Kerkûk`ê jî
dibêje: Em bi erkek xwe ya nîştimanî dizanin ku xelkê Kerkûk`ê di keşek aram û
jîngehek guncaw de beşdarî proseya serjimêriyê bibin.
Perwîn Fatih Endama Civata Parêzgeha Kerkûk`ê ragihand, duh
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bi serokatiya Rifet
Ebdula û Aso Mamend civînek li ser asta serkirdayetî û tevaya parlementer û
endamên Civta Parêzgeha Kerkûk`ê lidar
xistin; û têde biryar hat dayîn ku çend jûrên emeliyatan bên dirustkirin daku
têde kar bi awayekî meydanî bê kirin;û em çi wek hikûmet û çi wek YNK`ê bi erkê
xwe ya nîştimanî dizanin ku Kerkûkî di keşek ya aram û jîngehek guncaw de
beşdarî serjimêriyê bibin.
Got jî: Parêzgarê Kerkûk`ê ku ew bi xwe serokê komîteya
serjimêriyê ye li ser asta Kerkûk`ê , hemû tedbîrên ewlekariyê li wan cihan girtiye
ber, bo rêgirîkirin li wan pirsgirêkên ji bo welatiyan tê dirustkirin; ji
aliyekî din ve, ji ber hatina hijmareke zêde ji xelkê Kerkûk`ê ji bo beşdariîkirin
di proseya serjimêriyê de, niha barekî zêde li ser bazgehan heye lewra parêzgar
rasterast çavdêriya wan xalên bazgehan dike.
Perwîn Fatih got: Xweşbextane her kes li Kerkûk`ê ji bo
serjimartinê amade ye ku wê yekê weke cejnekê li Kerkûk`ê dibîne; û welatî li
benda mêvanên xwe ne û xwe amade dikin; her wiha me ji bo malbatên ku ji bo
beşdariya serjimêriyê vedigerin Kerkûk`ê û cihê lê bimînin cih û war dabîn kirine.
Ew endama Civata Parêzgeha Kerkûk`ê got: Ev serjimêrî ji
dengdanê kêmtir nine; lewra divê bi taybetî welatiyên navçeyên veqetandî
beşdarî serjimêriyê bibin ji bo cîbicîkirina madeya 140 û careke din Kurdbûna
xwe biselmînin û mafên xwe bidest bixin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

