Sibe Serjêmirî li Herêma Kurdistan û Êraq`ê dê bê encamdan
Kurdistan 10:47 AM - 2024-11-19
PUKMEDIA
Nexşeya Êraq`ê
Sibe; rêkefta (2024-11-20) an proseya Serjimêriya Giştî li Êraq
û Herêma Kurdistan`ê dê dest pê bike; û heya 2 rojan dê berdewam bike;ku nêzîkî
40 salan e li Êraq`ê bi giştî ew prose ne hatiye encamdan; ji bo vê mebestê
heta 21 û 22ê Mijdarê saet 12:00 li hemû deverên Êraq û Herêma Kurdistan`ê
qedexeya derketina derve tê ragihandin; û divê welatî dema serdana bijmêran de
bikin û bersiva pirsên xwe bidin.
Hevdem qonaxa yekem ya serjimêriya Herêma Kurdistan`ê û Êraqê
ji roja( 15.11.2024) an dest pê kir û îro jî dê berdewam bike, tîmên me dê
serdana malên welatiyan bikin daku hijmara endamên malbatan bizanin.
Hebûna Kurd li deverên veqetandî girîn e
Fehmî Burhan; Serokê Desteya deverên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya
Herêma Kurdistan`ê ji Malpera fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK)
PUKMEDIA re ragihand: Li gorî me ku dema serjimêriyê ne guncaw e, lê niha ew
prose tê birêvebirin, hebûna Kurdan li deverên Kurdistanî buha û nirxekî zaf heye;
tevî ku gelek Kurd niha aware ne, û li bajarê xwe nîne li deverên veqetandî ne.
Fehmî Burhan dibêje: Ji dema avabûna dewleta Êraq`ê û heya niha 10 sal
derbas nebûye ku Kurd ji Kerkûk`ê ne hatibin derxistin, ji ber wê jî pir girîng
e ku di vê serjimêriyê de ew vegerin û xwe tomar bikin û resentiya bajêr
biparêzin.
Serjimêrê proseyek e girîng e
Encamdana serjimêriyê ji bo Kurd gelekî girîng e; ku bi wê
yekê dikarin Kurdistanîbûna deverên veqetandî biselmînin; Rêveberê Serjimariya
Giştî ya Akinciyên Herêma Kurdistan`ê got: Girîng e ku xelkê Herêma Kurdistan`ê
û Kurdên li deverên veqetandî bi awayekî çalak beşdarî vê proseyê bibin.
Mehmûd Osman ; Rêveberê Cîbicîkar yê Serjimêrita Giştî yê akinciyên
Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ji PUKMEDIA re ragihand: Serjimarî ji bo 44 Milyon
xelkê Êraq`ê proseyeke gelek girîng e, ji ber wê jî zêdetirî 400 Milyar Dînar
ji bo pêkanîna wê hatiye terxankirin û ji sedî 70 dirav bi kompaniyên biyanî
hatine dayîn ji bo data navend û alavên din yên elektronîk.
Nvbirî aşkere jî
kir ku; Girîng e ku gelê Herêma Kurdistan`ê û Kurdên li navçeyên veqetandî bi
awayekî çalak beşdarî vê proseyê bibin û bersiva 70 pirsên ku ji wan tên kirin,
bidin, ji ber ku; li pişt her pirsekê armancek heye,digel wê yekê jî; me hewl
daye eger her metirsiyek li ser ji holê rake; di vê pêvajoyê de xalên Madeya
140 û Wezareta Plandanînê gefên min ji Sero Komar û Serok Wezîrên Êraq`ê re
gihandiye.
Di dirêjahiya
dîroka Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdistanê de (Kerkûk) bûye xala sazişnekirina Kurdan,
lewra di dema rûxana rejîma Be`is yê herifî de, siyaseta bi Erebkirin û
dûrxistina Kerkûk`ê û navçeyên Kurdistanî rû bi rû maye û Kurdên wî bajarî
derbider kirine û koçber bûne û Ereb li şûna wan hatine bi cih kirin û mal û
mulkên Kurdan dane Ereban; di Parêznameya dîrokî de Serok Mam Celal nasnameya
Kerkûk`ê bi nexşeya serdema Osmaniyan dubare kir û niha amadebûna Kerkûkiyan ji
bo Serjimêriya Giştî ya sala 2024 an temamkerê parêznameya dîrokî yê Mam Celal
e.
Biryar e Serjimêrî
dê di rojên 20 û 21ê Mijdara 2024an de li Êraq û Herêma Kurdistan`ê were kirin, ku proseyek
e girîng e ji bo 44 Milyon kesan li Êraq`ê bê encamdan; ji ber wê jî zêdetirî
400 Milyar Dînar ji bo pêkanîna serjimêriyê hatiye terxankirin, herwiha 120 Hezar
serjimêrkar li Êraq û Herêma Kurdistan`ê dê beşdarî serjimêriya giştî bibin û
her bijimêrek li bajaran 120 malbat bi wan hatine dayîn û li gundan jî 40
malbat hatine dayîn; bi awayekî giştî, tîm dê sê caran serdana her malbatekê
bikin ji bo piştraskirina zanyariyan; û
bersiva zêdetirî 70 pirsan ji malbatên ku serdana wan dikin bistînin û roja
10-12- 2024 an bi temamî prose dê bi dawî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

