Rêveberiya serjimêriya Kerkûkê bo binpêkirinan tê agahdarkirin
Kurdistan 12:15 PM - 2024-11-18
PUKMEDIA
Serjimêriya giştî yê nifûsê
Hin malbat li navçeyên
Kurdistanî yên parêzgeha Kerkûkê rastî astengiyên tîmên serjimêrî tên, ji ber
ku tenê malbatek di xaniyên ku zêdetirî malbatekê tê de hene tomar dikin û endamekî Encûmena Parêzgeha
Kerkûkê jî piştrast dike ku ev yek li dijî yasayê ye û nabe ti binpêkirin bên
kirin.
Endamê Encumena
Parêzgeha Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Ehmed Fetih di
daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Gilî ji hejmarek welatiyan li ser
serjimêriya nifûsa parêzgeha Kerkûkê bi taybetî di dukanên kurdî de gihîştine
me. Di xaniyên ku ji malbatekê zêdetir tê de ne tenê malbatekê tomar dikin, ev
yek bi tevahî li dijî qanûnê ye û em ê destûrê nedin.
Dr. Ehmed Fetih amaje
bi wê jî kir ku: Ez bang li welatiyên Kerkûkê dikim ku her binpêkirineke bi vî
rengî ji me re bibêjin, ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan kar bikin û
proseya serjimêriya giştî bi awayekî rast û yasayî birêve biçe û mafên ti kes û
pêkhateyan nayê binpêkirin.
Em li hember ti
binpêkirinan bêdeng namînin û me hemû giliyên xwe gihandine Rêveberê Amarên
Kerkûkê û tîmên serjimêriyê li gorî yasayan dikarin 26 malbatan di avahiyekê de
tomar bikin. ji ber wê jî divê em derbarê her binpêkirin û xemsariya tîmên
serjimartinê de bên agahdarkirin, daku em karibin bi lez û bez çareseriyê bikin.
Serjimêriya giştî ya
nifûs û xaniyan li Êraqê di sala 2024an de yekem serjimêriya nifûsê ye li wî
welatî ji sala 1997ê ve. Di 20 û 21ê vê mehê de zêdetir ji 120,000 serjimarvan
li hemû navçeyên Êraqê beşdar dibin, û zêdetirî 70 pirs ji her malbatekê re
têne arastekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

