Nêçîrvan Barzanî behsa pêkanîna kabîneya nû û mûçeyan dike
Kurdistan 02:42 PM - 2024-11-16
Ajans
Serokê Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê bû û diyar kir ku jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li parêzgeha Silêmaniyê tevlî merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê bû.
Di merasîmê de 769 Pêşmerge ji Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê der çûn ku 48 ji wan jin in.
Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got:
“Îr rojeke taybet e ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê ku em berhema hewlên mezin ên derçû û mamostayan dibînin.
Ez gelekî dilxweş im ku dibînim 769 ciwanên welatê me ji vê zanîngehê bi hêz û karînên nû bi zanist û disîplîna leşkerî derdiçin.
Ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî derçûyan û malbatên wan dikim.
Tişta hêvîdar ew e ku 48 kes ji van derçûyan jin in û piştî 9 mehan xwendin û perwerdeyê, dê bi pileya leşkerî derbiçin û xwîneke nû bidin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Ji bo hewlên wan ên berdewam û keda wan ez spasiya mamoste û berpirsên kolejê dikim.
Derçûyên hêja, we rêyeke bi rûmet û serbilind hilbijartiye.
Rêya we rêya parastina destkeft û bihayên bilind ên gelê me ne.
Xwendina we ya leşkerî û pisporiya we sermayeyeke mezin a jiyana we ye û bêguman hêzên me yên çekdar dewlemendtir dike.
Şiyanên hêzên me hem ji bo serdemê û hem ji bo paşerojê bihêztir û bilindtir dike.
Ev xaleke gelekî girîng e di dîroka Pêşmergeyan û hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê de.
Beşdariya jinan û keçan a nava hêzên çekdarî gelekî girîng û hêja dibînim.
Di dirêjahiya dîroka azadiya gelê me de jinên Kurdistanê her tim îsbat kiriye ku hevbeşên serekê yên avaker û parastina xak û welat in.
Di vê rêyê de gelekî qurbanî dane û ev jî cihê şanaziyê ye.
Beşdariya jinan a di nava hêzên leşkerî de bi tenê ne nîşaneya bipêşketina civaka me ye.
Ev belgeya baweriya me ya dêrîn a bi wekhevî, dadperwerî, hevbeşî û berpirsyariya niştimanî ya di erkên girîng de ye.”
“Pêşmerge divê girêdayî gelê Kurdistanê be”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir û anî ziman:
“Pêşmerge ji roja damezirandina xwe ve, her tim bûye mertaleke bihêz ji bo parastina Kurdistanê û destkeftên wê.
Em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku divê Pêşmerge û hêzên me yên çekdar, pêwîst e di saziyeke serbixwe û neteweyî û pîşeyî de bin.
Hêza Pêşmerge her wiha divê ji her cure nakokiyên siyasî û partiyan dûr bin.
Ev hêz divê tevî hemû pêkhateyan girêdayî welat û gelê Kurdistanê be.
Pêşmerge beşeke girîng a sîstema parastinê ya Îraqê ye, ji ber wê jî erkê Îraqê ye ku bi her awayî piştgiriya bihêzkirina Pêşmerge bike.
Em bi cidî kar dikin ji bo bihêzkirina şiyanên Pêşmerge da ku bi baştirîn şêwe parastina welat û niştiman bike.
Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û hêzên me îspat kir ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, di asta berpirsyarî û dîrokî de bûn.
Em tekezî li berdewamî, hevahengî û hevkariya hevbeş a di navbera Pêşmerge, artêşa Îraqê û hêzên hevpeymanan de dikin.
Em spasiya hêzên hevpeymanan dikin ji bo çaksazî û yekkirina Pêşmergeyan di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de da ku bibin hêzeke niştimanî û destkeftên Herêma Kurdistanê biparêzin.
Di şerê li dijî DAIŞê de Pêşmergeyên Kurdistanê qehremaniyeke mezin nîşan da û nepirsîn bê ka kîjan herêm zer e yan kesk e.“
Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê partiyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên xelkê, diyalogeke berpirsyarane pêk bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

