Partiyên Kurdistanî bang li welatiyên navçeyên nekok dikin ku beşdarî serjimêriyê bibin
Kurdistan 01:43 PM - 2024-11-14
PUKMEDIA
Kerkûk
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza vegerandina
hemwelatiyan bo deverên xwe û beşdariya di serjimêriya giştî de dike, ku biryar
e di rojên 20 û 21ê vê mehê de li hemû navçeyên Iraqê birêve biçe.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez dike ku serjimêriya
giştî ya niştecihan gelek girînge û divê her welatiyekî navçeyên nakok li
bajarê xwe beşdarî serjimêriyê bibe û têde beşdar be.
Seidî Pîra: Serjimêrî pirseke neteweyî ye ne hizbî ye
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre tekez kir, ku serjimêriya giştî ya niştecihan bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê gelekî girîng e û her welatiyekî navçeyên nekok li her deverekê be, divê beşdarî serjimêriya bajarê xwe bibe.
Seidî Ehmed Pîre di konfranseke rojnamevanî de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hat lidarxistin de got: Serjimêriya giştî gelek girîng e û em tekez dikin ku divê ev serjimêrî piştî cîbicîkirina maddeya 140 û asayîkirina rewşê li navçeyên nekok were kirin, wê demê serjimariyeke baş a nifûsê tê pêkanîn.
Got jî: em bang li hemû hevwelatîyên xwe dikin ku, ev serjimêrî dosyayek hizbî nîne, belku dosyayek berfereh ya niştimanî ye, ji ber wê jî pêwîste her kes beşdarî serjimartina giştî bibe û xelk vegerin deverên xwe.
Wî jêderî eşkere kir: Serjimêriya giştî dê çarenivîsa navçeyên nakok diyar bike û divê hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya wan welatiyên ku dixwazin vegerin navçeyên xwe ji bo beşdariya di serjimêriya giştî de bike.
Wî got: Em bang li welatiyan dikin ku çarenivîsa navçeyên cihê nekok radestî qederê nekin û divê herin navçeyên xwe û beşdarî serjimêriya giştî bibin û hemû aliyên Kurdistanî han bidin ku xelk vegerin navçeyên xwe.
Got jî: piroseya serjimêriya nifûsê li Êraqê, ji aliyê nexşeya îdarî û siyasî vet ê kirin û ji bo kurdan li navçeyên nekok pirseke gelek giring e, ji ber ku hebûna welatiyên kurd li wan navçeyan giraniya wan îsbat dike.
Peyvdarê fermî got: Xelkê Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bi beşdariya di serjimêriya giştî ya niştecihê 20ê Mijdara 2024ê de, erkekî niştimanî ya mezin û diyarker e û divê hemû welatî di wê rojê de û li bajarê xwe beşdar bibin.
Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê: Ji bo serxistina serjimêriyê kar bikin
Partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo serxistina proseya serjimêriya navçeyên nekok zêdetir bixebite û daxwaz ji xelkê Kerkûkê jî kirin ku vegerin parêzgeha Kerkûkê û li wir xwe tomar bikin.
Kesê yekem ê partiyên Kurdistanê li Kerkûkê civiya û di civîneke çapemeniyê de naveroka civînê eşkere kir û got: Me li ser biryar û pêşniyarên Encûmena Wezîrên Êraqê yên derbarê serjimêrê de gotûbêj kir û nêrîna xwe anî ziman û me behsa hemû tedbîrên ku bi baweriya aliyên Kurdistanî di roja serjimêriyê de divê encamp bidin kirin.
Wan got: Pêvajoya serjimêriyê ji bo navçeyên nakok ên Kurdistanê girîng e û em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku zêdetir kar bike ji bo ku proseya serjimêriyê li van deveran serkeftî be.
Ragihand jî: Em daxwaz ji hemû welatiyên Kerkûkê dikin ku di rojên serjimêrî de vegerin Kerkûkê û li parêzgehê xwe tomar bikin.
YNK li Kerkûkê kurdan han dike ku vegerin warên xwe
Endamekî Encumena Parêzgeha Kerkûkê tekez kir, ku serjimêriya giştî ya xelkê bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê gelekî girîng e û her welatiyekî navçeyên nekok ku li her deverekê be, divê beşdarî serjimêriya bajarê xwe bibe û beşdariyê bike.
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Dr. Ehmed Fatêh ji PUKMEDIA re ragihand: Em bang li welatiyan dikin, bi taybet li Kerkûkê ku vegerin warên xwe û beşdarî serjimêriya giştî ya xelkê bibin.
Got jî: giringe her welatiyek li bajarê xwe amade be û di serjimêriya giştî ya nifûsê de beşdar bibe û belgeyên fermî nîşanî tîmên serjimêriyê bide û divê welatî bi xwe li pêş tîmên serjimêriya giştî amade be.
Amaje bi wê jî kir: Hebûna welatiyan li Kerkûk û navçeyên din ên nekok, ji bo îsbatkirina kurdayetiya wan deveran û nîşandana giranî û pêgeha kurdan gelek girîng e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

