Serokkomar: Divê îsrafkirina avê bê çareserkirin
Îraq 04:38 PM - 2024-11-13
PUKMEDIA
Serok li Konferansa Guhertina Avhewayê COP 29
Di çarçoveya serdana xwe de bo Bakû li baregeha konferansê de, Serokkomar gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser girîngiya guhdana cîhanê bo jîngehê û pêwîstiya vê platformê weke derfeteke din ji bo kar û hevkarî kirina welatên cîhanê.
Serokkomar tekez kir ku Iraq welatekî dîrokî yê kevnar e, lê îro di bin bandora mezin a guherîna avhewayê de ye, ku bandorê li çavkaniyên xwezayî û civakên herêmî dike. Xerabûna avê ji ber bikaranîna rêbazên avdanê yên kevin û hewzên masî yên neqanûnî li qeraxên çeman divê bên çareserkirin.
Serok her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîstiya pêşxistina teknolojî û rêbazên nûjen ji bo baştirkirina rêveberiya avê li welat heye.
Serokatî di axaftina xwe de got ku divê gotin veguhere tevgerê, ne tenê pêşangeh û konferans bên organîzekirin, bibe rastiyek û di pratîkê de bi cih were anîn. Wî got ku hevdîtinên bi welatên cîran re ji bo dabînkirina pişka avê ya Iraqê berdewam in û bal kişand ser berpirsiyariya mezin a Wezareta Jîngehê ya ji bo aktîvkirina mekanîzmayên hevkarî û hevahengiyê bi welatên cîran re ji bo pêşxistina rastiya jîngehê li Iraqê.
Serok di beşeke din ji axaftinên xwe de balkişand li ser wê yekê ku pêwîste civak hay ji parastina jîngehê hebe, ku ji zarokatiya xwe de dest pê dike û pêwîste were hîn kirin ku çawe parastina jîngeha xwe bikin û samanên xwe xera nekin.
Serok got: Ev quncik derfetek e ji bo pêşkêşkirina planên niştimanî yên Iraqê di warên enerjiya nûjen, birêvebirina çavkaniyên avê, parastina jîngehê û hevkariyên bihêz bi civaka navdewletî re.
Di dawiya axaftinên xwe de spasiya amadebûyan kir û daxwaz ji wan kir ku ji nêzîk ve bi projeyên Îraqê agahdar bibin û li ser rêyên kar û hevkarî kirina bo ava kirina pêşerojeke baştir bo hemû aliyan giftûgo bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

