Serokwezîrê Êraqê li Hewlêrê behsa tewtînkirina mûçe dike
Kurdistan 12:32 PM - 2024-11-13
PUKMEDIA
Dirvên Êraqî
Serokwezîrê Êraqê
li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekezî
li ser cîbicîkirina biryarên Dadgeha Bilind a Federalî li ser tewtînkirina mûçe
û xerckirina mûçeyan kir, li gorî biryara Dadgeha Federal dê mûçe bi rêya bankên
federal bên dayîn.
Li gorî
biryara Dadgeha Federalî ya derbarê tewtînkirina mûçeyan hejmara 224-269-Fedral
2023 ku hemû karmendên Herêma Kurdistanê pêwîstî bi tewtînê dike, daxwaz kir ku
mûçeyê hemû karmendên Êraqê û Herêma Kurdistanê jî ji bankên federal bê dayîn.
Ofîsa
ragihandinê ya Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya Sûdanî piştî serdana xwe ya
Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Serokwezîrê Êraqê tekez li ser
cîbicîkirina biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ya derbarê mûçeyên Hikûmeta
Herêma Kurdistanê kir.
Nûnerên Yekîtî hewl didin biryara dadgeha federal bi cih bînin
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê D. Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re ragihand: Weke Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê, endamên me ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî û tewtînkirina mûçeyên karmendan hewlên xwe berdewam dikin. Ji bo vê mebestê banka Rafîdên û Reşîd du bankên Hikûmeta Federal a Êraqê ne cihê baweriyê ne, lewma em hewl didin di zûtirîn dem de razîbûnê bi dest bixin ku şaxên van her du bankan li parêzgehên Herêma Kurdistanê vekin.
Parlamenter: Tewtîn dawî li paşxistina mûçe tîne
Tewtînkirina mûçe dê dawî li paşxistina mûçe bîne û emê bi hemû hêza xwe di civata nûneran de cîbicî bikin.
Endamê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê D.Biryar Reşîd ji malpera fermî PUKMEDIA re ragihand; Ji destpêkê ve me hewl da ku biryara Dadgeha Federalî ya ku tê de tewtînkirina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye, çareser bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

