Xanima Yekem a Iraqê: Divê em zihniyeta dîktatorî biguherînin bo xizmetguzariyê
Kurdistan 04:52 PM - 2024-11-09
BMC
Şenaz Îbrahîm Ehmed
Xanima Yekem a Iraqê li ser avakirina kabîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê got:"Ne girîng e ka kî di hikûmeta bê de karên herî jor cîh digire,ya girîng e ku kesê rast li cîhê rast were tayîn kirin ku dê xizmeta gel jî bike.Divê em zîhniyeta dîktatorî û cudaxwaziyê biguherînin zihniyeta xizmetkirinê di hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê de.”
Xanima Yekem a Iraqê Şenaz Îbrahîm Ehmed ragihand ku di civîneke çapemeniyê de:“Divê em zihniyeta dîktatorî û cudaxwaziyê biguherînin zihniyeta xizmetguzariyê, ji ber ku ferq nake ku kî yan kîjan alî di postên bilind ên hikûmetê de cih bigire, lê giringiyê bide kê ku karibe xizmetê bike, ji ber wê jî divê alî dest bi danûstandinan bikin bo pêkanîna hikûmeta nû. "
Xanima yekem a Iraqê li ser pirseke rojnamevanekî ku çima hîn kanalên medyayî yên PDKê bi qestî Silêmanî û YNKê kirine armanc, got: “Van kanalên hanê durustiya xwe wenda kirine û ji bo îftirakirina li ser Silêmaniyê kar dikin, wek mînak duh baregeha DEM ê ya li Hewlêrê girtin û şandin Silêmaniyê.’’
“Gelek gilî li ser karê hikûmetê hene, lewra ev awayê reftarkirina gelê me yê ezîz û biryarên otorîter ên ku tên dayîn ne guncaw e û divê dawî lê bê anîn û hikûmetek xizmetguzer bê avakirin.Ji ber wê jî divê bê zanîn dê ew pose Serokê Hikumet ji kê re were dayîn, ji ber ku carna ew kes bi xwe dibe asteng ji bo xizmetkirina welatiyan, ne hikûmet û wezaret.” Şanaz Îbrahîm Ehmed got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

