Rêbwar Teha: Emê ji bo xizmetkirina Kerkûk`ê berdewam bin li ser rêbaza Serok Mam Celal
Kurdistan 04:35 PM - 2024-11-08
PUKMEDIA
Parêzgarê Kerkûk`ê pêşwazî li şandeke YNK`ê kir
Parêzgarê
Kerkûk`ê teqez kir ku karê yekem ê rêveberiya wan ew e ku kar li ser avakirina
jiyanek e hevbeş û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyên parêzgeha Kerkûk`ê
re bi bê cudahî bikin.
Ev yek di dema pêşwaziya parêzgarê Kerkûk`ê Rêbwar Teha li şandeke Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) bû ku ji endamê mekteba siyasî û berpirsê mekteba
hilbijartinên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê Rizgar El Hac Hema û Dr. Mîran
Mihemed, Walî Sabir û Letîf Nêrweyî endamên civata serkirdayetiyê pêk dihatin.
Di civînê de ku Neşat Şahwîz berpirsê Hevpeymaniya (Kerkûk, Hêz û Vîna Me Ye)
li Civata Parêzgeha Kerkûk`ê jî têde amade bû, Endamên Civata Parêzgeha Dr.
Ehmed Fetih û Perwîn Fetih, şanda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê pîrozbahiya
parêzgarê Kerkûk`ê û rêveberiya parêzgehê kirin û tekez li ser berdewamiya
piştevaniya xwe ji bo rêveberiya nû û Civata Parêzgeha Kerkûk`ê kirin.
Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Kerkûk`ê Rêbwar Teha jî diyar kir ku karê wan yê
yekem ew e ku hewl bidin bi hevre jiyana hevbeş pêk bînin û bi bê cudahî xizmetê ji
welatiyên parêzgeha Kerkûk`ê re bikin.
Her wiha tekezî li ser berdewamiya siyaseta Serok Mam Celal ya ji bo avakirina bingehê
aştî û pêkve jiyanê û xizmetkirina hemû pêkhateyan li Kerkûk`ê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

