YNK ji bo pêşxistina zanîngeha Germiyan li Iraqê kar dike
Kurdistan 06:48 PM - 2024-11-06
Ajans
Zanîngeha Germian
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo naskirina zanîngeha Germiyanê li Iraqê kar dike û daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind a Federalî dike ku pirsa naskirina Zanîngeha Germiyanê çareser bike û Karwan Yarwais ragihand:“Serokwezîrê Iraqê ji me re piştrast kir ku dê lêkolînê li ser wê yekê bike.”
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Karwan Yarwais, ku di heman demê de endamê şandê ye, ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:“Weke şanda YNK’ê di çarçoveya hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de, me daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind a Federalî kir ku pirsgirêka naskirina Zanîngeha Germiyanê çareser bike.’’
Karwan Yarwais got: “Li hember de jî, serokwezîr piştrast kir ku em dê bişopînin û piştre bi nivîsgeha serokwezîriyê re tekezî li ser temamkirina dosyeya nasandina zanîngeha Germiyanê kir.”
Wî zêde kir:"Zanîngeha Germiyan diyariya Serok Mam Celal bû bo xelkê Germiyanê, weke kêmtirîn berdêl li hember qurbanîdana mezin a xelkê Germiyanê, di heman demê de zanîngeh hemû pêdiviyên zanistî derbas kiriye û di nava baştirîn zanîngehan de ye."
Fraksiyona YNKê pêştir daxwaz ji serokwezîr kiribû ku zanîngehê nas bike.Serokwezîr ji bo çareserkirina pirsgirêkê komîteyek destnîşan kir.Ji bo guftûgokirina hemû daxwazên fraksiyona YNKê, şirîkatiyek ji şêwirmend, ofîsa xwe û nûnerê fraksiyona YNKê pêk anîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

