Yekîtiya Niştimanî ji derew û tohmetên nerast bihêztir e
Kurdistan 02:21 PM - 2024-11-06
PUKMEDIA
Serokatiya dadgeha Resafe
Sîneroya û derewên partiyeke siyasî ji bo tometbarkirina
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û xirabkirina wêneya wê li pêşberî welatiyan
careke din hatin eşkerekirin.
Dadgeha Pêdaçûnê ya Bexda/Rûsafe biryar da ku girtiyên ku bi
şewitandina bazarên Kerkûk û Hewlêrê hatibûn tometbarkirin bên berdan û hemû
dozên li ser wan bên rakirin.
Dadgehê di biryara xwe ya dadwerî de ku wêneyek jê ketiye
destê PUKMEDÎAyê de, got: Ji ber nebûna delîlên li dijî tawanbaran Huner Fexredîn
Ehmed Ebdulezîz, Mihemed Necet Hesen û Sîrwan Husên Mihemed, dadgehê biryara
betalkirina tawanan da.
Li çend bazarên Hewlêr-Kerkûkê bûyerek agirpêketinê rû da û
piştre hêzên asayişê hin kes wek tawanbar di wê bûyerê de girtin. Ji aliyê xwe
ve, hinek aliyên bibandor di nava Partiya Demokrata Kurdistanê de, sûd ji vê
proseyê girtin û Yekîtiya Niştimanî di wê bûyerê de tometbar kirin.
Sînaryoyên bi guman
Berdevka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Civata Nûneran
de Sozan Mensûr ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku ji aliyê hinek aliyên
hikûmetê ve ku ji aliyê Partiya Demokrat ve tê bikaranîn, bêbingeh e û dadgeha
pêdaçûnê bêgunehiya partiyan îspat kiriye. ev tawanbarên ku bi tometa tevlîbûna
di şewitandina bazarên Kerkûk û Hewlêrê de hatibûn binçavkirin.
Herwaha got: Partiya Demokrat a Kurdistanê hemû dezgehên
hikûmetî û emnî yên herêmê bikar tîne ji bo berovajîkirina wêneya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li pêş çavê welatiyan û eva jî gelek şerm e ku saziyên
hikûmetê ji bo arastekirina tometbar aliyên din bikar bînin.
Wê got: şûkir ji Xwedê re, bêgunehiya wan kesên ku ji aliyê
Partiya Demokrat ve hatibûn tawanbarkirina bi şewaya Kerkûk û Hewlêrê hate der û
ji raya giştî re hatiye îsbatkirin ku ew tiştên ku hin saziyên ewlehiyê û
Partiya Demokrat gotine tohmetên derew û sîneryoyên din ji sîneroyên Hizba
Demokrat û saziyên ewlehiyê yên wê ve ji bo têkbirina wêneya aliyên din hatine
çêkirin.
Rastî ji her kesî re aşkire bû
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sûra Mihemed ji
PUKMEDIA re ragihand: Dadgehê nîşan da ku hemû tometên li ser wan girtiyan ne
rast in û ti pêwendiya wan bi bûyerên şewitandina bazarên Kerkûk û Hewlêrê re
nîne
Wê got jî: Hin alî bi tometbarkirina wan kesan bi
şewitandina bazaran hewl dan ku wêneya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xirab
bikin, lê rastî derket û tawanbar wê serbest werin berdan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

