Ji bilî PDK`ê hemû alî piştgirîya Tewtîna mûçeyan li bankên Federal dikin
Kurdistan 01:57 PM - 2024-11-05
PUKMEDIA
Tewtîna Mûçeyan
Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK) bi cihkirina mûçeyên karmendan bi riya Tewtîn di
bankên federal de û dûrxistina wan ji nakokiyên siyasî, hewl dide mafên fermanberên
herêmê garantî bike, di heman demê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê hîna jî li
ser pirsa tewtînkirina mûçeyên fermanberan dereng dixe û tekez dike ku (Hijmara
Min) ji bo hindek partî û kesayetên bi bandor, û ji bo berjewendiya hin bankên
taybet kar dike.
Nûnerên
Fraksyona Kurdistanî û Êraqî tekez kirin ku projeya Hijmara Min wek
cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî nayê dîtin, ji ber wê jî pêwîst e Tewtîna
mûçean li bankên federal were danîn.
Biryara Dadgeha Federal ya dawî ye û ji bo her kesî ye
Herêm
Kemal Axa; Serokê Fraksyona Yekîtîya Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Civata Nûnerên Êraq`ê di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA
re got : Tewtîn li gor destûr û biryarên dadgeha bilind ya federalî ye, ji ber
ku dadgeha federal hikûmeta federal Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê erkdar kirine, Tewtîna
mûçeyên karmendên herêmê di bankên federal de bi cih bike.
Her
weha got jî: Çi aliyek nikare bi hincetên cûr b icûr Tewtînê paşve bixe, ji ber
ku divê di dawiyê de ew prose bê cî bi cîkirin, ji ber ku biryara Dadgeha
Bilind a Federalî ya dawiyê ye û ew yek li ser hemû desthelatdaran pabendiyek
e.
Got
jî: Em wek nûnerên gelê Kurd û Yekîtîya Niştimanî li Civata Nûneran, kar dikin
ku proseya Tewtînê bi zûtirîn dem cî bi cî bike û liqên bankên hikûmeta federal
li herêma Kurdistan`ê bên vekirin,ji ber ku Tewtîn destkeftiyek e mezin e ji bo
fermanberan û mafên wan e ku projeya (Hijmara Min) red bikin û li cihê wê tewtînê
pesned bikin.
Parastina projeya (Hijmara Min) karekî şermîn e
Serokê
Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan`ê li Civata Nûneran Musena Emîn di
kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Biryara Dadgeha Federalî ya derbarê Tewtîna
mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistan`ê biryareke girîng û dawî ye; û divê mûçe
li bankên federalî werin ku li derveyî Herêma Kurdistanê kar dikin.
Got
jî: Nehiştina Tewtîn û mûçeyên fermanberan li dijî yasayê ye, û çênabe karmend bi
zorê bên neçar kirin ku mûçeyên xwe di çi bankekê de bi cih bikin, belku divê
azadîya bijardeya wî hebe û Tewtîn di bankên federalî de gerentiya mûçeyên
fermanberan e.
Got
jî: Em nizanin çima Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê şerê ji bo projeya (Himara Min)
û berjewendîya hinek bankên taybet dike û ew bankên federal pesen nakin?
Biryara Dadgeha Federalî zelal e û divê karmend bankaya ku dixwaze mûçeyê xwe
têde Tewtîn bike hilbijêre û ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê bi israrkirina
li ser pirojeya (Hijmara Min) dike, karekî şermê ye û çi hincet û mebesteke
yasayî li ser nake.
Tewtîna biryara Dadgeha Federalî ye
Nûner
Soran Omer; Serokê Fraksyona Dadwerî ya Kurdistan`ê PUKMEDIA re ragihand :
Tewtîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistan`ê di bankên federal de biryara
Dadgeha Bilind a Federal e.
Got
jî: Tewtîna mûçeyan pirsgirêka paşdaxistina mûçeyên karmendan çareser dike; û
ewên ku li dijî Tewtînê ne, naxwazin pirsgirêka mûçeyan bên çareser kirin.
YNK`ê daxwazên mûçexwerên Kurdistanê digihîne Sûdan û El Elaq
Di
vê derbarê de, şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê YNK() digel Serokwezîrê
Federalî Mihemed Şeyah Sûdanî û Serokê Banka Navendî ya Êraq`ê Dr. Elî Elaq
civiya û tewra sereke ya her du civînan, şopandina cîbicîkirina biryara Dadgeha
Bilind a Federal Ya Êraq`ê Bû derbarê Tewtîna mûçeyên fermanberên Herêma
Kurdistan`ê.
Karwan
Yarweys; Biryarderê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Civata Nûnerên Êraq`ê
di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand : Em bi armanca şopandina
vê mijarê bi Serokwezîrê Civata Federal Mihemed Şeyah Sûdanî re civiyan.
Karwan
Yarweys; her wiha got: Me yadeştnameya Fraksyona Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan`ê
(YNK) ku bi îmzeya 138 endamên Civata Nûneran û 4 Fraksyonên Kurdistanî jî di nav de
bûn, radestî Serokwezîrê Civata Wezîran a Federalî kir ku ew yadaştname
piştevaniya daxwaza mûçeyê dike ya girêdayî cîbicîkirina biryara Dadgeha
Federalî; û me spasiya serokwezîr Sûdanî jî kir ku dilgiraniya wî ji bo
çareserkirina pirsgirêka mûçe û pirsgirêkên din yên di navbera herêmê û navçeyê
de heye.
Biryarderê
Fraksyona Yekîtiya Nîştimanî (YNK) diyar kir: Em digel Serokê Banka Navendî ya Êraq`ê
Dr. Elî Elaq civiyan û mijara sereke ya şopandina biryara Dadgeha Federalî ya
derbarê Tewtîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistan`ê bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

