Talebanî: YNK ji bo avakirina hikûmetê nêrîna xwe heye
Kurdistan 06:08 PM - 2024-11-04
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîr û Balyozê Amerîka li Iraqê
Îro 04.11.2024 li Hewlêrê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski bi amadebûna Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steve Bettner û Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Ehmed Muftî kir , her du aliyan rewşa Herêma Kurdistanê ya piştî hilbijartinan û mekanîzmayên pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj kirin.
Qubad Talebanî eşkere kir ku YNK nêrîna xwe ya ji bo avakirina hikûmetê heye û di vê pêvajoyê de ji hemû kesên nêzî wê nêrînê re vekirî ye.
Her du alî li ser giringiya pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bilezkirina proseyê û rêgirtin li her rûdaneke nexwastî ya navçeyî û herêmî hemfikir bûn.Talebanî tekez kir ku YNK hewl dide hikûmeteke niştimanî ya berpirs li hember gelê Kurd pêk bîne ku bi awayekî adil û hevseng li ser bingehê şirîkatiyeke rasteqîn kar bike.
Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û pirsgirêkên navçeyê de, tekezî li ser pabendbûna bi destûrê û karkirina hevbeş ji bo nehiştina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha diyalog û berjewendiyên hevbeş hat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

