Li dijî encamên dawî yên hilbijartinê 3 serlêdan hatin kirin
Kurdistan 03:22 PM - 2024-11-02
PUKMEDIA
Logoya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan encamên gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand:“Sibe roja dawî ya wergirtina îtîrazê ye û bi ti awayî muhletê nayê dirêjkirin.’’
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Xelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA)yê re ragihand:“Heta niha 3 îtîraz li ser encamên dawî yên hilbijartinan hatine tomarkirin, 2 li Duhokê û yek jî li Silêmaniyê.”
Xelayî got: “Sibe dema dawî ya wergirtina îtirazê ye û bi bidawîhatina karê fermî û muhletê bi ti awayî nayê dirêjkirin.”
Li gorî yasaya komîsyonê, piştî wergirtina îtîrazê di nav sê rojan de, encûmena komîseran 7 roj dem heye ku îtîrazê çareser bike.Lijneya Dadwerî ya Hilbijartinê di nav 10 rojên xebatê de îtîrazan çareser dike û Encumena Komîseran jî encamên dawî yên hilbijartinan pesend dike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku 20ê Cotmehê li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce hat lidarxistin, 409 hezar û 548 deng ku dike 23 kursî bi dest xist.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

