YNKê deng û kursî zêde kir, bû xwediyê 23 kursiyên parlamentoyê
Kurdistan 11:00 AM - 2024-10-30
PUKMEDIA
Logoya YNK û navên namzedan
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê encamên dawî yên gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand, li gorî encaman YNKê li parêzgeha Silêmaniyê 257 hezar û 359 deng bidest xistiye, ku 15 kursî ye û li parêzgehê yekeme. Îro Çarşemê 30/10/2024 serokê encumena komîserên komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan Hakim Omer Ehmed di kongireyeke rojnamevanî de encamên dawî yên gera şeşan a hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand: Deng bi zelaliyek herî mezin ji hev hatine veqetandin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê yekem bû û 257 hezar û 359 deng bi dest xistiye, ku 15 kursî ye.
Silêmanî
Li parêzgeha Silêmaniyê bi giştî 626 hezar û 244 deng hatine
dayîn, ku 25 kursiyên mêran, 11 kursiyên jinan û 2 kursiyan ji bo pêkhateyan, bi
giştî dike 38 kursî.
Yekîtiya Niştimanî li parêzgeha Silêmaniyê 257 hezar û 359
deng bidest xist ku 15 kursiyên parlamentoyê ye.
* Dr. Omêd Elî Hema Salih
* Dr. Mîran Mihemed Ebas
* Dêkan Heyder Rehîm
* Halmet Hoşyar
* Mihemed Taha
* Seler Mehmûd
* Serxêl Necmedîn
* Azad Mihemed Emîn
* Serhed Mihemed
* Roz Ehmed
* Lawîn Mehmûd
* Şinyar Enwer
* Şêrîn Yûnis
* Şilêr Xefûr
* Ezîn Ehmed
Hewlêr
Bi giştî li parêzgeha Hewlêrê 669273 deng hatine dayîn, ku
22 kursiyên mêran, 10 kursiyên jinan û 2 kursiyan jî bo pêkhateyan, bi giştî 34
kursî.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê 111
hezar û 102 deng bidest xist ku 6 kursiyên parlamentoyê ye.
* Şalaw Ebdulla Resûl
* Mihemed Fêsal Kerîm Xan
* Cotyar Yûsif Seîd
* Herdî Selahedîn
* Niştîman Mistefa Ehmed
* Destan Behram Resûl
Duhok
Bi giştî li parêzgeha Duhokê 548 hezar û 15 deng hatine
dayîn, 16 kursiyên mêran, heşt kursiyên jinan û kursiyek ji bo pêkhateyan hene,
ku bi giştî dike 25 kursî.
YNKê li parêzgeha Duhokê 28 hezar û 557 deng bidest xist, ku
kursiyek parlamentoyê ye.
Vejîn Dîwalî Remedan
Helebce
Bi giştî li parêzgeha Helebce 38 hezar û 936 deng hatine
dayîn ku 2 kursî ji bo mêran û yek jî bo jinan hatiye dayîn û bi vê yekê
hejmara kursiyan giheşte sê kursiyan.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Helebce ku yek
kursî ye di parlamentoyê de 12 hezar û 530 deng bidest xist.
Berzan Osman Mihemed Ehmed
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

