Daxistina ofîsên Projeya hejmara min li parêzgeha Silêmaniyê
Kurdistan 01:50 PM - 2024-10-24
PUKMEDIA
bajarê Silêmanî
Li parêzgeha Silêmaniyê hemû ofîsên Projeya Hejmara Min hatin girtin û li şûna
wan Projeya Bicihkirina Mûçe (tewtînkirin) li Bankên Federalî bê danîn. Karmend
piştrast dikin ku bicîhkirina mûçeyên xwe di bankên federal de ji Projeya Hejmara
Min pir çêtir e.
Tewtîn ji projeya hejmara min çûtire
Nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Tewtînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di bankên federal de cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî yeû ev yek wê pirsgirêka paşxistina mûçeyên karmendan bi dawî bike ku bi salane ye dirêj dike.
Serokwezîrê Federal pirojeya hejmara min red dike
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xerîb Ehmed di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Serokwezîrê Federal di serdana xwe de û hevdîtina ligel berpirs û nûnerên parêzgeha Diyalayê tekez kir ku hikûmeta federal rêzê li biryara Federalî digire û pabend e ku mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê tenê bi rêya bankên federal were çareserkirin, û projeyek hejmara min red dike, ji ber ku girêdayî partiyeke siyasî ye, û bi ti awayî ne girêdayî proseya tewtînkirinê ye.
Got jî: Em nûnerên fireksiyona Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê ne û piştî biryara tewtînkirina mûçeyê karmendan di bankên hikûmetê de kar dikin ku hevkarî li gel bankên federal bikin da ku liqên xwe li bankên herêma Kurdistanê vekin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rêzê li biryara Dadgeha Federalî digire.
Got jî: Niha formek li ser karmendan li parêzgeha Silêmaniyê hatiye belavkirin û ew bi hemû hewldan û dilxweşî kar dikin daku vê formê tijî bikin daku bibe sedema cîbicîkirina mûçeyên wan di bankên federalî de wek El-Reşîd, El-Rafîdên û Banka Bazirganî.
Hikûmeta federal mûçeyan naxe bankên taybet
Endamekî Komîteya Darayî ya Civata Nûneran dibêje, hikûmeta federal amade nîne mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bixe bankên taybet.
Dr. Nermîn Maarûf got: Endama Lêjneya Darayî ya Parlamentoyê di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Her çendî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar li ser pirojeya hejmara min kir, lê hikûmeta federal jî bi fermî ev proje qebûl nekir.
Dr. Nermîn Maaruf: "Li gor rêkarên yasayî, hikûmeta Êraqê pereyên xwe nake bankên taybet, belku pereyên ku ji bo mûçe hatine terxankirin ji bo bankên ser bi xwe re dişîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

