Mekteba Siyasî: Peyama vê hilbijartinê nexşerêya pêşeroja YNKê ye
Kurdistan 08:26 PM - 2024-10-22
PUKMEDIA
Civîna Mekteba Siyasî ya YNKê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serpereştiya civîna Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Civîna îro li baregeha nû ya Mekteba Siyasî li Silêmaniyê birêve çû û encamên hilbijartinên parlemanî yên Herêma Kurdistanê ku roja (20.10.2024) li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin, hatin gotûbêjkirin.
Mekteba siyasî bi helkefta serkeftina proseya hilbijartinan, pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinan li gelê Kurdistanê kir û pîrozbahî li heval, namzed û girseyên dilsoz ên Partiya Şehîdan kir ,ku bi kempînên xwe yên bi coş bi serpereştiya rêheval Serok Bafil, serweriyeke mezin di ducarkirina dengên YNKê de tomar kirin û karîn peyama serrastkirina rêya hikûmraniyê û hevsengiya hêzê bigihînin hev û dupat bikin ku samîmiyeta gotara mafdar a YNKê ye. Ev peyam dê bibe nexşerêya siyaseta pêşerojê ya YNKê di nûkirina demokratîk û dadperwerane ya proseya siyasî û sîstema desthilatdariyê di hemû waran de, hemû di xizmeta jiyan û bexteweriya gelê me de be.
Civîna Mekteba Siyasî piştî nirxandina giştalî ya proseya hilbijartinan û biryardana li ser destpêşxer û siyasetên aqilane ji bo armancan, di heman demê de ji heval û saziyên YNKê re hat erkdarkirin ku xwe ji bo hilbijartinên bê ya Iraqê amade bikin û Herêma Kurdistanê bi serkeftinên zêdetir bihêztir bikin .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

