Komîsyon: Rêjeya beşdarîkirina di dengdanê de %72 bû
Kurdistan 11:56 PM - 2024-10-20
PUKMEDIA
Proseya dengdana giştî
Piştî bi dawîhatina proseya dengdana giştî ji bo Hilbijartinên Gera Şeşemîn ya Parlemana Kurdistan`ê ku dema 11 demjimêran berdewam kir; komîsyonê rêjeya beşdarîkirina dengderan li herêmê ragihand ku %72 bûye.
Serokê Komîsyona Hilbijartinan ya Herêma Kurdistan`ê Neberd Omer di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand, Hilbijartina Giştî ya Gera Şeşemîn ya Parlemana Kurdistanê bi awayekî serkeftî bidawî bû; û li gor wê yekê ku ji sedî 98ê dengên hatine cudakirinî, rêjeya giştî ya dengdanê li herêmê %72 bûye.
Neberd Omer got: Sibê Duşemê rêkefta (21-10-2024an ) encamên destpêkê yên dengdanê dê bên ragihandin û her giliyek hebe, komîsyon dê lêkolînê li ser wê gilî û belgeyan bike; û piştre komîsyon dê bersiva giliyan bide.
Piştre Eyser Yasîn Berdevkê Komîteya Navendî yê Hilbijartinên Herêma Kurdistan`ê di kongreyeke rojnamevaniyê de rêjeya beşdarîkirina dengderan di Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê belav kir; û li gor ji sedî 98 dengên hatine cudakirin li bazineya Duhok`ê ji sedî 78 û li bazineya Hewlêr`ê ji sedî 78 û li bazineya Silêmaniyê ji sedî 65 û li bazineya Helebce jî ji sedî 69 bûye ku bi têkrayî rêjeya beşdarîkirina dengeran bi giştî li herêmê gihîştiye ji sedî 72`ê.
Îro Yekşem e rêkefta 20`ê Cotmeha sala 2024 an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê demjimêr 7ê sibehê destpêkir û heya demjimrê 6`ê êvarê berdewam kir ku têde mafên 2 Milyon û 899 Hezar û 778 kesan ya dengdanê hebûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

