Deng bidin û dawî pê bînin
Kurdistan 09:41 AM - 2024-10-20
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Serok: Em ji kesên serketî re serkeftinê dixwazin
Serokomarê Êraqê Latîf Cemal Reşîd li Bexdayê beşdarî
proseya dengdanê bû û ragihand: Em pîrozbahiyê li gelê Herêma Kurdistanê dikin
û hêvîdar in beşdariyeke aktîf di proseyê de hebe, em kêfxweş in ku heta niha
pirose bi başî birêve çûye û hêviya serkeftinê ji kesên serketî re dixwazin û
bikarin daxwazên welatiyan berçav bigrin.
Spasiya her aliyekê dikim ku ev hilbijartina rêkxistine

Qubad Talebanî piştî dengdana xwe di daxuyaniyeke
rojnamevanî de ragihand: Ez bang li hemû welatiyan dikim ku bi awayekî berfireh
beşdarî hilbijartinan bibin ji bo guhertina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ji
bo baştirkirin û bidawîkirina desthilata deshilatdar.
Got jî: Ez bang li hemwelatîyan dikim ku dengê xwe bidin
partiya ku bikare baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî hevwelatîyan bike û bi baweriya
min 129 pirsgirêk herêma Kurdistanê hene ku divê bên çareser kirin.
Qubad Talebanî eşkere kir: Bi alîkariya Xwedê û bi
piştevaniya dengên welatiyan, proseya dengdana taybet bi başî derbas bû û piştî
hilbijartinan proseya pêkanîna hikûmeta nû dest pê dike.
Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku ev hilbijartinên
parlamentoyê dê guhertinên mezin li Herêma Kurdistanê bi xwe re bîne û îro jî
destpêka proseya rastkirina rêbaza desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê ye.
Îro danê sibê 20.10.2024ê, proseya dengdana giştî ya
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li hemû bajar û navçeyên Herêma
Kurdistanê dest pê kir.

Şalaw Kosret: Deng bidin heta Hewlêrê werbigrin
Şalaw Kosret Resûl wek yekem dengder li navenda amadeyî azadî kuran li Hewlêrê deng da û di peyamekê de ji dengderan re ragihand ku li bajarê Hewlêrê me deng da û me ji xelkê daxwaz kir ku beşdarî piroseya dengdanê bibin ji bo rastkirina rêbaza hukimraniyê û Hewlêrê vegerînin.

Derbaz Kosret: Qonaxeke nû ya desthilatdariyê ye
Derbaz Kosret Resûl beşdarî proseya dengdanê li navendeke
dengdanê ya li Hewlêrê bû û got: Qonaxa nû di proseya demokrasiyê de derketiye
holê, ji ber ku yasayeke nû ku 4 bazneyên wê hebin dê dengdan li ser bê kirin û
dengdan mafê bingehîn yê her partiyek e.
Daxwaz li hemû gelê Herêma Kurdistanê dikin ku biçin dengê
xwe bidi ji bo ku em bikaribin cûdahiyek çêbikin, em hêvî dikin ku hemû aliyên
siyasî pabendî bernameyên xwe bin.”

Îmad Ehmed: Îro ji bo Kurdistanê û YNKê rojeke dîrokî ye
Berpirsê Buroya Ragihandin û Hişyariyê Îmad Ehmed li navenda
dengdanê amadeyî Pîşesazî ya Silêmaniyê deng da û di daxuyaniyekê de ragihand
ku: Îro rojeke dîrokî ye ji bo Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê,
erkê me ye ku em beşdarî vê karnevala guhertinê û rastkirina şaştiyên desthilat
û hikûmetê bibin û dengê xwe bidin Kurdistaneke bihêztir. Êdî dem hatiye ku
hikûmetek bi bandor, bi û dadperwer bê avakirin ku daxwazên gelê me bi cih bîne
û yekrêziya gelê me biparêze.
Îro demjimêr 7ê sibê proseya dengdana şeşemîn civîna
Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest pê kir û heta 18.00 êvarê dê berdewam bike.

Şêx Cafer piştî dengdanê: Divê hikûmeta bê hikûmeteke xizmetguzarî be
Îro yekşemî 20ê cotmehê, Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa li navenda dengdanê ya hola Hunerî deng da û piştre di civîneke çapemeniyê de ji kenalên ragihandinê re axivî û tekez kir ku divê hikûmeta bê hikûmeteke xizmetguzarî be.
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

