Serokwezîrê Federal projeya hejmara min red dike
Kurdistan 11:19 AM - 2024-10-17
Nivîsgeha Ragihandina serokwezîrê federal
Civîna Serokwezîrê Federal
Hikûmeta federal redkirina pirojeya hejmara min piştrast kir
û ew wek hesabekî partiyeke taybet li Herêma Kurdistanê nirxand û daxwaz ji
karmendan kir ku mûçeyên xwe li bankên federal tewtîn bikin.
Serokê Yekîtiya Niştimanî pirojeya hejmara min red dike
Bafil Celal Talebanî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di karnavala giştî ya bajarê Koyê de got: Min çendîn peyam derbarê mijareke girîng de wergirtine, ew jî projeya “Hesabê min” e, bi xwedê sond dixwim ew ne hesabê min e û ne we ye lê hesabê Mesrûr, di vê yekê de jî ew dixwazin pereyên we sudmend bin, em bûn ku çûn Bexdadê û mûçeyê we misoger kirin, pirojeya hejmara min feyda li we nake tewtîn bikin.
Hikûmeta federal projeyek hejmara min red dike
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xerîb Ehmed di
daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Serokwezîrê Federal di serdana
xwe de û hevdîtina ligel berpirs û nûnerên parêzgeha Diyalayê tekez kir ku
hikûmeta federal rêzê li biryara Dadgeha Federalî digire û pabend e ku mûçeyên
karmendan li Herêma Kurdistanê tenê bi rêya bankên federal were çareserkirin, û
projeyek hejmara min red dike, ji ber ku girêdayî aliyeke siyasî ye, û bi ti
awayî ne girêdayî proseya tewtînê ye.
Got jî: Em nûnerên fireksiyona Yekîtîya Niştîmanî ne û piştî
biryara serok Bafil Celal Talebanî ya redkirina pirojeya hejmara min û tewtînkirina
mûçeyên karmendan di bankên hikûmetê de, em wek fireksiyona Yekîtî kar bo
hevkarîyê li gel bankên federal dikin ku bi zû şaxên xwe li Herêma Kurdistanê
vekin, daku mûçeyên karmendan bi cih bînin û bêne tewtînkirin.
Got jî: Niha formek li ser karmendan li parêzgeha Silêmaniyê
hatiye belavkirin û ew bi hemû hewldan û dilxweşî kar dikin daku vê formê tijî
bikin, daku bibe sedema tewtînkirina mûçeyên wan di bankên federalî de wek
El-Reşîd, El-Rafîdeyn û Banka Bazirganî.
Biryara Serok Bafil Celal Talebanî bi awayekî girseyî tê pêşwazîkirin
Biryara dîrokî ya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê ya redkirina pirojeya hejmara min ji aliyê hemû
karmendên Herêma Kurdistanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û tekez li ser wê
yekê kirin ku tewtînkirina çareseriya baş ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe.
Sendîkaya Biyolojiyên li Kurdistanê biryara dîrokî ya Bafil
Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya redkirina pirojeya hrjmara
min û karkirina bo tewtînkirina mûçeyên karmendan di bankên federal de bilind
nirxand.
Sendîkayê her wiha got: Ev biryar dibe alîkar bo
xizmetkirina karmendan li Herêma Kurdistanê û herwiha dibe alîkar bo
dabînkirina destkeftên darayî bo karmendan û bidawîkirina paşxistina mûçeyên
wan.
Sendîkaya Karmendên Kurdistanê jî redkirina projeya hejmara
min ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dixebitî ragihand û piştgiriya xwe
ji biryara dîrokî ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal
Talebanî piştrast kir.
Sendîkayê her wiha got: Em bi navê hemû karmendan biryara
Serok Bafil Celal Talebanî ya bidawîkirina kar li ser pirojeya hejmara min,
karkirina ji bo tewtînkirina mûçeyên karmendan, parastina maf û mafên wan ên
darayî û bidawîkirina pirsgirêka paşxistina mûçeyan bilind dinirxînin.
Ji aliyê xwe ve Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê tekez kir ku
ev helwest û biryar daxwazên piraniya mamostayên Herêma Kurdistanê nîşan dide,
ji ber ku mamosta di wê baweriyê de ne ku projeya hesabê min dê dawî li
pirsgirêkan neke û bandoreke erênî jî li jiyana wan neke. Tewtînkirin di gelek
waran de pirsgirêkan bi dawî dike û sûdê werdigire, lewra em piştgirî û
alîkariya xwe bi biryara dîrokî ya Serok Bafil Celal Talebanî radigihînin û em
bang li aliyên din ên siyasî dikin ku piştgiriya helwesta wî bikin da ku bi
awayekî radîkal pirsgirêka mûçe û paşxistin bi dawî bibe.
Yekîtiya Toxtirên Diranan ên Kurdistanê jî piştevaniya xwe
bo biryara Serok Bafil Celal Talebanî ya redkirina pirojeya hesabê min piştrast
kir.
Sendîkayê her wiha got: Em piştgîriya xwe ya temam ji bo tewtînkirina
mûçeyên karmendan di bankên federal de li gor biryara Dadgeha Federalî tekez
dikin û bi navê hemû doktorên dirananpesna vê iryarê didin ku wê dawî li hin
pirsgirêkên girîng bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

