Kerkûkiyan mafê parastina 16’ê Cotmehê dan YNK’ê
Kurdistan 06:36 PM - 2024-10-16
PUKMEDIA
16 Okteber
Roja 16ê Cotmehê encama referandumê û xiyaneta li dijî gelê kurd bû.Bi dehan fermande û pêşmergeyên YNKê şehîd û birîndar bûn û %51ê Kurdistanê ji dest hat dayîn, fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê ku wê demê serokê Herêma Kurdistanê bû, ti biryara şer neda li dijî hêzên Iraqî.
Her çendî di 16ê Cotmehê de plana têkbirina bi temamî ya hêzên YNKê hebû jî, lê tenê hêza ku şer kir YNK bû, ku rewş pir baş birêve diçû, li Kerkûkê ma û xelkê bajêr parast û xelkê Kerkûkê jî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de ew xelat kirin.
Li Kerkûkê tenê hêzên YNK’ê şer kirin
Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûk-Selahaddînê Aso Mamend got:“Di 16’ê Cotmehê de di encama siyaseta xelet a biryarê de, beriya bûyeran me li Kerkûkê civînek li dar xist û min got, eger em bi vî rengî li Kerkûkê tevbigerin, emê winda bikin.Ji aliyê din ve wefata Serok Mam Celal valahiyeke mezin çêbû, eger ew sax bûya ev rewş nedihat serê kurdan û Kerkûkê."
Wî zêde kir:“Dema ku hêzên Iraqî hatin nêzîkî Kerkûkê, hêz li hember hev nebûn û hevpeymanan ji me re gotin ku nikarin bi wê hêzê re rûbirû bibin, di warê dabeşkirina çek û alîkariyan de cudahî hebû.
“Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû, ti biryarek derbarê şerê li dijî hêzên Iraqê neda.“Plana têkbirina tevahî hêzên YNK’ê hebû, ez baş dizanim ku ew li Pirdê behsa çi dikin û bi çekên Almanî îmha kirin ev çekana" Aso Mamend got.
“Xelkê Kerkûkê fêm kir ku tenê hêzek dikare wan biparêze. Hilbijartinan ev rastî îspat kir. Piştî hilbijartinan komployek mezin hat kirin ku parêzgarê Kerkûkê kurd nebe.Ji bilî YNK’ê yên ku di çapemeniyê de bi Rakan Cibûrî re axivîn bi xwe bûn.Ji bo ku parêzgarê Kerkûkê nebe YNK’ê, bi wî re li hev kirin.
Şêx Cefer: YNK li Kerkûkê şer kir, parast û xwîn da
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa derbarê bûyerên 16ê Cotmehê de wiha got:"Bi lidarxistina referandumê him li Iraq û welatên cîran sedemek heye ku 16ê Cotmehê pêk bînin."
Her wiha got: Hêzên me li Xurmatû, Daqûq û Kerkûkê hatine asteng kirin, lewma nikarîbûn şer bikin, ji bilî ku eger beşek ji hevpeymanan û welatên din piştgiritiyaa hêzên Iraqî nekira, ti carî newêrîbûn êrişî hêzên Pêşmerge bikin.
“YNK’ê şer kir û berevanî kir, xwîn da û zêdetirî 150 şervanên me şehîd bûn.Bi dîtina çekên ku ji bo dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî hatine bikaranîn, baş bû ku me di nava Kerkûkê de şer nekir, ji ber ku eger şer bikira, Kurd nikarin vegerin Kerkûkê û dibûn penaber.YNKê pir baş rewş birêve bir, li Kerkûkê ma û xelkê bajêr parast û xelkê Kerkûkê jî ji hilbijartina de YNK xelat kir maf Parezgar vegerand,ji ber ku YNK xelq neparasta wan deng nedida .
Hîwa Ebdullah: 16ê Cotmehê xeletiya biryarên siyasî bû
Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê Hîwa Ebdullah:“Iraqiyan pêşniyar kirin ku tenê werin sê cihên Kerkûkê: Firokexaneya Kerkûkê, navenda Keywan û deverên ku bîrên petrolê hene.His dikir ku petrola wî dê bişînin Tirkiyeyê, lê me bi pêşniyara wan razî nebû.
“Ew ne sûcê Hêzên Pêşmerge bû, gunehê yê biryarên siyasî bû ku li wan guhdarî kirin.Lê mixabin em bi paşxistina referandumê razî nebûn. Di wê demê de xwesteka têkçûna referandomê bixin stûyê YNKê û bêjin ku wê Kerkûk ji dest da, lê hemû hêzên ku li vir bûn nêzîkî me bûn. Dema ku PDK heqaret li wan dikir, vegeriyan û dengên xwe xwestin.Serhildana vê dawî ku nîşan didin ku çar ciwanên vî bajarî careke din xwîn rijandin da ku baregehekê paşde vegerînin."
Mihemed Osman: 16'ê Cotmehê bi tevlîbûna PDK'ê komployeke destpêkê bû
Endamê rûniştina berê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman ragihand: “Di sala 2013an de PDK bi hikûmeta Iraqê, Tirkiyê û aliyên din re li hev kir ku ji Kerkûkê vekişin û werin Hewlêrê.“Du delîlên zindî hene ku 16ê cotmehê pêk anîne, yek ji wan belgeyan ew e ku birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçeyan ya Bromberg a Amerîkî bi eşkereyî dibêje, me li hev kiriye ku em vegerin xeta 36. Ji bo El-Hedas em bi lihevkirinê vegeriyan xeta 36’an.’’
"Wan gelek postên ku dikaribû xizmeta gel bikira radestî Ereban kirin û piştre jî gotin YNK'ê xiyanet kiriye. Me bi hemû hêza xwe hewl da ku parêzgarê Kurd bi hev re hilbijêrin, lê belê hinek Ereb û Tirkmen jî nehatin ji bo hilbijartina waliyê kurd despêkê jî xwest bi me re bên, lê ji wan re gotin ku neçin.
Di civînê de pere jî dane Ereb û Tirkmenan, ji ber wê jî ew karesata ku bi serê me de hatiye, hemû ji ber Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.
Balanbo Mihemed: 16ê cotmehê xiyanetek li kurdan û YNKê bû
Fermandeyê berê yê Hêzên Pêşmerge Balanbo Mihemed: "16ê Cotmehê encama referandomê bû, ne ji ber dem û kêliyê ye, ne ji ber wê yekê ye ku gelê Kurd bi referandomê re nebêje "Ji ber vê yekê 16ê Cotmehê çêbû.Sat 14:27 êvarî bû ku yekîneyên artêşa Iraqê dest bi tevgerê kirin û yekem gule li lîwaya taybet a 2’emîn hat avêtin.
Artêşa Iraqê çeperên berevaniyê yên hêzên Pêşmerge wêran kir û me gelek şehîd û birîndar dan Balanbo Mihemed got:“Dema hêzek rûbirûyê hêzeke din dibe, divê hêzên çekdar fermana rûbirûbûnê bidin, wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bi nezanî yan jî bi komployekê em rûbirûyê hêzeke dijber kirin.’’
"Hêzên berevaniya Iraqê razî bûn ku piştî bidawîhatina şerê li dijî terorîstên DAIŞIê, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê vegerin sînorên xwe yên berê, daku zêdetirî 400 milyon dolaran bidest bixin, lê mixabin xiyanet li gelê Kurd û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kirin.
7 sal berê şeva 16-10-2017 Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê li devera Beşîr êrişî Hêzên Pêşmerge kirin,140 pêşmergeyên YNKê şehîd bûn ku belgeya rastiya bûyerên 16ê Cotmehê ne û ji gelê Herêma Kurdistanê re îsbat kirin ku tenê YNK bû şer kir .Ji ber ku wek hûn jî dizanin ew deverên ku hêzên YNKê lê tinebûn bêyî gulebarankirinê hatin valakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

