PDKê li ser hilbijartina parêzgarê Kurd li Kerkûkê giliyê li dadwerî tomar dike
Kurdistan 05:27 PM - 2024-10-16
PUKMEDIA
Kerkûk
Di rûniştina ku Rêbwar Taha wek parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin, Partiya Demokrat bi fermî nerazîbûna xwe li hember helbijartina parêzgarê kurd li Kerkûkê bi tomarkirina giliya betalkirina biryarên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihand.
Li gorî belgeyên ku îro ketine destê PUKMEDIA ’yê, PDKê bi rêya endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd û Şûxan Hesîb li Dadgeha Îdarî li dijî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê gilî tomar kiriye û daxwaza betalkirina biryarên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kiriye ku Roja 10.08.2024ê Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku tê de parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha hat hilbijartin, îro 16.10.2024ê wek rojekê diyar kiriye.
Êvariya roja 10.08.2024ê Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê birêve çû û di civînê de Serokê Hevpeymaniya Hêza me û îradeya me ya Kerkûkê ji Kurdan Rêbwar Taha wek parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin . Di civînê de 9 endam, 5 endamên Fraksiyona YNKê, 3 endamên civaka Ereb û nûnerekî Xiristiyanan, 7 endaman jî ,ku 2 endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê, 2 endamên Tirkmen û 3 endamên civata Ereban, civîn boykot kirin.
Hemû pêkhate, Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyan jî di nav de, beşdarî Encûmena Xwecihî ya Kerkûkê dibin.
Roja 18.12.2023ê hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê birêve çû û hevpeymaniya Kerkûkê ya Hêz û îradeya me ku ji Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Komunîst a Kurdistanê pêk tê, 5 kursiyên encûmenê bi dest xistin, wate piraniya dengan li ser astê Parêzgarê Kerkûkê, bi 157 hezar û 639 dengan, %43ê hemû dengên parêzgarê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

